Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera bajarê Wanê û navçeya wê Şaxê de, ji ber berf û aşûtê 5 roj in girtî ye.
Li ser rê stûriya berfê li hinek cihan gihiştiye 5 metreyan û tîmên pêwendîdar ji bo vekirina rê dixebitin.
Li Bakurê Kurdistanê ev çend roj in pêleke berfê dest pê kiriye û sermayeke zêde heye.
Li ser rêya Wan û Şaxê aşût ketiye û stûriya berfê li hinek cihan 5 metre derbas kiriye.
Ji ber berf û aşûtê rêya di navbera Wan û navçeya Şaxê de 5 roj in girtî ye.
Tîmên Birêvebiriya Rêyên Bejahî, tîmên Şaredariya Şaxê û tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rê bênavber dixebitin lê ji ber zêdebûna berfê xebat bi zehmetî bi rê ve diçin.
"Li 4 cihan aşût ketiye"
Birêvebirê Karên Xizmetguzariyê yê Şaredariya Şaxê Mustafa Kaplan diyar kir ku li ser rêya Wan û Şaxê li 4 cihan aşût ketiye.
Mustafa Kaplan li ser xebatên paqijkirinê got:
“Em wekî Birêvebiriya Karên Xizmetguzariyê ya Şaredariya Şaxê ji roja 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve bi berf û aşûtê re têkoşînê dikin.
Em li gel karmend û makîneyên kar ên Birêvebiriya Rêyên Bejahî û Şaredariya Bajarê Mezin midaxeleyên pêwîst dikin.
Li ser rêya Wan û Şaxê li 4 cihên cuda aşût ketiye. Wekî ku xuya dike aşûteke 5 metreyî hatiye.
Divê Birêvebiriya Rêyên Bejahî û saziyên din ên hikûmî demildest ji bo vekirina rê bixebitin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse