Li Qersê agir bi mala melê ket

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qers Agir Mela
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şûregelê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî agir bi mala melayekî ket ku li tenişt mizgeftê bû.

Şeva borî li gundê Geçîdê yê navçeya Şûregelê ji ber sedemeke nediyar agir bi mala melayê gund a li tenişta mizgeftê ket.

Gundiyan yekser midaxele kir û xwest ku agir vemirînin lê nekarin agir vemirînin û wan tîmên agir vemirandinê ji rewşê agahdar kir.

Tîmên agirvemirandinê gihiştin cihê bûyerê û piştî demekê agir vemirandin.

Di encamê de zerera madî çêbû.

Ji bo tesbîtkirina sedema agir dest bi lêkolînê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst