Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPyê yê Şirnexê Hasan Ozguneş eşkere kir ku Tirkiye heta niha hûîm jî amade nîne statiya Kurdan nas bike
Siyasetmedar Ozguneş beşdarî Bultena Bakur a Rûdawê bû li ser rûdanên dawî yên li Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Sîma Abxizirê.
"Tirkiye hîn jî amade nîne ku statûya Kurdan nas bike"
Hasan Ozguneş diyar kir ku daxuyaniyên li ser "yek netewe û yek dewletê" ne tiştekî nû ne û ev sed sal in didomin.
Ozguneş got, "Tirkiye hîn jî amade nîne ku statûya Kurdan û zimanê Kurdî nas bike.
Ji bo ku ev hişmendiya nijadperest a sed salî biguhere, têkoşîneke mezin pêwîst e.
Ev nijadperestî di nav çar rojan de bi dawî nabe."
Lihevkirina Şam û HSDyê
Siyasetmedarê Kurd bal kişand ser lihevkirina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de û vekişîna hêzên Tirkiyeyê ya ji Serê Kaniyê.
Ozguneş destnîşan kir ku ev bipêşketinên li Rojavayê Kurdistanê dê bandoreke rasterast li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikin.
Parlamentertê berê yê HDPyê anî zimên ku divê di paşerojê de mafên Kurdan di destûra bingehîn de werin mîsogerkirin.
"Biratiya gelan divê li ser bingeha edaletê be"
Siyasetmedarê Kurd rexne li têgeha "biratiya gelan" a bêmaf girt û got, "Heke biratî li ser bingeha edalet û mafan nebe, wateya wê nîne. Em dizanin ku di dîrokê de Osmaniyan ji bo desthilatê birayên xwe kuştine.
Biratiya rasteqîn bi naskirina îrade û mafên gelê Kurd pêkan e."
Xwenîşandanên li Bakur
Ozguneş bal kişand ser xwenîşandanên li Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku li Wan, Amed û bajarên din gel bi girseyî xwedî li Rojavayê Kurdistanê derketiye.
Ozguneş di berdewamiyê jî de got, "Ruhê neteweyî yê gelê me gelekî xurt e û ev helwest nîşan dide ku Kurd li her çar parçeyan yek in."
Ozguneş di dawiya axaftina xwe de bangî hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û bi rêyên dîplomatîk mafên gelê Kurd biparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse