Hewlêr (Rûdaw) - Li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare û li cihên bilind ên parêzgehên Wan, Sêrt, Şirnex û Colemêrgê jî berf dibare.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li parêzgehên Amed, Êlih, Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan, Sêrt, Şirnex û Colemêrgê 2yê Sibata 2026an berf û baran dibare û saziyên peywendîdar hatine hişyarkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li hemberî neyîniyên wekî astengiyên di çûn û hatinê de, qeşagirtin, cemed, li cihên bilind pûk û li herêmên bilind ên ku berf lê heye metirsiya aşûtê heye û pêwîst e welatî baldar bin û tedbîrên xwe wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse