Li Bakur zivistan dijwar e û rêyên 1012 gundan hatin girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Girtina Rêyên Gundan Berf Wan Colemêrg Mûş Bedlîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên hezar û 12 gundan hatine girtin.

Li herêmê ev du hefte ne zivistaneke dijwar heye û xelk di jiyana rojane de rûbirûyê zehmetiyan dibe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berf û pûkê rêyên 296 gundan hatine girtin.

Tîmên şaredariyê ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyan xebatên xwe didomîn in.

Hat zanîn ku li navçeya Erdîşê niha jî berf dibare û navenda navçeyê ji berfê spî bûye.

Li Colemêrgê berf didome*

Li parêzgeha Colemêrgê ji ber girtina rêyan xelk di çûn û hatinê de rûbirûyê pirsgirêkan bû.

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand ku li navenda bajêr û navçeyên wê ji ber berfê rêyên 223 gundan hatine girtin û tîmên pêwendîdar ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomîn in.

Li Colemêrgê ev du roj in berf bê navber dibare.

Tîmên vekirina rêyan li qadê ne

Birêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Îdareya Taybet a Bedlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfê rêyên 229 gundan hatine girtin.

Umît Kurtkan destnîşan kir ku xebatên vekirina rêyan didomin.

 Li navenda bajarê Bedlîsê jî tîmên şaredariyê û tîmên rêyên bejahî, rê û kolanan paqij dikin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand ku li parêzgehê ji ber berfê rêyên 264 gundan hatine girtin û tîmên wan xebatên xwe yên ji bo vekirina rêyan diomîn in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst