Le Monde: Mîmarê peymana HSD û Şamê Nêçîrvan Barzanî ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Rojavayê Kurdistanê Sûriye Le Monde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Le Monde ya Fransî nivîsî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di peymana dîrokî ya ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin roleke sereke lîstiye.

Li gorî rapora berfireh a Le Mondeyê, piştî şer û pevçûnên dijwar ên ku sê hefteyan ajot, aliyan 30ê Kanûna Paşîn li ser gelek xalan li hev kir.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî bi Amerîka û Fransayê re bi hevahengî tevgeriyaye û wekî "navbeynkarê sereke" yê ku valahiya di navbera aliyan de tijî kiriye derketiye pêş.

Hat diyarkirin ku bi saya vê trafîka dîplomasiyê, rê li ber şerekî mezin ê ku dihat payîn di navbera birêvebiriya Şamê û hêzên Kurdan de derkeve hatiye girtin.

Destkeftiyên stratejîk û çandî yên ji bo gelê Kurd

Li gorî peymanê, hikûmeta Şamê kontrola xwe ya li ser qadên petrolê û hinek herêman ji nû ve bi dest dixe û Kurd jî hinek mafan bi dest dixin.

Di çarçoveya peymanê de, li ser madeyên wekî naskirina Kurdî wekî zimanekî neteweyî li dibistanan, ragihandina Newrozê wekî betlaneya fermî li seranserê Sûriyeyê û dayîna nasnameyan ji bo bi hezaran Kurdên ku ji serjimêriya 1962yan ve ji mafên welatiyê bêpar hatine hiştin, lihevkirin çêbû.

Di baskê leşkerî de jî tê plankirin ku HSD û hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) di bin banê wezaretên karên navxwe û parastinê de tevlî lîwayên taybet bibin.

Bandora dîplomasiya cîhanî li ser dan û standinan

Hûrgiliyeke din a ku di nûçeyê de balê dikişîne tevlîbûna Amerîkayê ya pêvajoyê ye.

Hat diyarkirin ku Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şer, piştî pêwendiya telefonî ya ku 28ê Kanûna Paşîn bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kiribû, di dan û standinan de helwesteke nermtir nîşan daye.

Li gorî raporê, hevdîtina bi Trump re bandor li birêvebiriya Şamê kiriye ku ji bo ji şerekî nû yê navxweyî dûr bikeve û li hemberî daxwazên Kurdan nermtir bibe.

Bendewariya garantiya destûrî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev lihevkirin bibe bingehek ji bo Sûriyeyeke yekgirtî ku tê de mafên hemû pêkhateyan tên parastin.

Li aliyê din, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî tekez kir ku wan ji bo rawestandina rijandina xwînê ev peyman îmze kiriye lê heta ku hemû destkeftiyên hatine bidestxistin negihîjin statuyeke destûrî ew dê têkoşîna xwe ya siyasî bidomînin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê jî spasiya hemû navbeynkarên ku keda wan di pêvajoya aştiyê de heye kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst