Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Enerjiya Amerîka û Cîgirê Serokê Kompaniya HKN Ji Bo Enerjiyê Matthew M. Zais got, “Em li Herêma Kurdistanê bi qasî 1,8 milyar dolar petrol û gaz berhem tînin.” Rêveberê Desteya Giştî ya Qamar Energy û Şarezayê Stratejiya Enerjiyê li Rojhilata Navîn Robin Mills herwiha dibêje: “Herêma Kurdistanê dikare bi rêya Tirkiyê gaza xwe bişîne Ewropayê.”
Îro Çarşemê 1ê Adarê 2023yan Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi axaftina Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî destpê kir ku bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî birêve diçe.
Panela yekem a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navê “Guhertinên Di Asayîşa Enerjiya Cîhanî De û Milmilaneya Li Rojhilata Navîn” dest pê kir. Alîkarê berê yê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û Cîgirê Serokê HKN Energy, Matthew Zais, Rêveberê Desteya Giştî ya Qamar Energy û Şarezayê Stratejiya Enerjiyê li Rojhilata Navîn Robin Mills û Rêveberê Zanyariyan li Sendoqa AFC ya Iraqê Ehmed Tabaqchali wek axavtvan beşdar bûn.
Herêma Kurdistanê bo dabînkirina gazê dikare bibe rikeberê welatan
Rêveberê Desteya Giştî ya Qamar Enerjî û Şarezayê Stratejiya Enerjiyê li Rojhilata Navîn Robin Mills diyar kir ku pirsgirêka petrol û gazê ya di navbera Iraq û Kurdistanê de divê lihevkirinek di çarçoveya yasaya Hikûmeta Federal de were kirin.
Robin Mills bal kişande ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê di warê petrol û gazê de cihekî berçav e û got, “Gavên ku Herêma Kurdistanê dê ji bo kêmkirina asta karbonê biavêje wê herêmê balkêştir bike.”
Robin Mills herwiha amaje bi wê yekê kir ku Gaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi gaza welatên din re hevrikiyê bike û got: “Eger nirxê gaza Herêma Kurdistanê maqûl be dê bala weberhêneran bikişîne. Ji ber zêdebûna nirxê gazê, gaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi gaza welatên din re hevrikiyê bike.”
CEOyê Qamar Energy û pisporê stratejiya enerjiyê li Rojhilata Navîn Robin Mills, CEOyê Qamar Energy û pisporê stratejiya enerjiyê li Rojhilata Navîn herwiha anî ziman ku Herêma Kurdistanê dikare bi rêya Tirkiyê gaza xwe bişîne Ewropayê.
Robin Mills, CEOyê Qamar Energy û pisporê stratejiya enerjiyê li Rojhilata Navîn:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 1, 2023
Ji ber zêdebûna nirxê gazê, gaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi gaza welatên din re hevrikiyê bike#ErbilForum2023
"Iraq dixwaze desthilata wê li ser enerjiya li Herêma Kurdistanê hebe"
Rêveberê Zanyariyan li Sendoqa AFC ya Iraqê Ehmed Tabaqchali jî di axavtina xwe li ser guhertinên di asayîşa enerjiya cîhanî de anî ziman, “Di navbera Tirkiye û Iraqê de pirsgirêkên weke av, petrol û ewlehiya sînor hene û bi çareserkirina van pirsgirêkan dê ewlehiya enerjiyê were dabînkirin.”
Ehmed Tebeqçelî teqez kir ku Divê bi yasa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û got: “Zêdeyî 15 sal e pirsgirêkên yasayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê nehatine çareserkirin.”
Ehmed Tebeqçelî herwiha da zanîn ku Biryara Dadgeha Federalî ya derbarê pirsa enerjiya Herêma Kurdistanê de aliyekî wê yê siyasî heye û got: “Iraq dixwaze desthilateke wê ya tam bi ser pirsa enerjiyê li Herêma Kurdistanê hebe.”
"Herêma Kurdistanê bo weberhênana sektora enerjiyê cihekî guncaw e"
Alîkarê berê yê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û Cîgirê Serokê HKN Energy, Matthew Zais jî diyar kir ku divê pirsgirêk bên çareserkirin û got, “Em li Herêma Kurdistanê bi qasî 1,8 milyar dolar petrol û gaz berhem tînin.”
Matthew Zais diyar kir ku Tişta ku li Herêma Kurdistanê di warê petrol û gazê de hatiye kirin, mûcîze ye û got: “Amerîka dikare roleke bikêrhatî di mijara nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze.”
Zais di heman demê de anî ziman, “Amerîka çavê xwe lê dike ku bibîne gelo Iraq dikare rêkeftinekê ji bo bûdceya yasaya neft û gazê pêk bîne? Gelo Herêma Kurdistanê weke nûnerê Kurdan li Bexdayê dikare bibe yek?”
Matthew Zais: Amerîka dikare roleke bikêrhatî di mijara nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze#Erbilforum2023
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 1, 2023
Navenda Lêkolînan a Rûdawê bi hevbeşî ligel hejmareke navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî forumê pêk tîne.
Navend û saziyên wek Enstîtuya Washington, Atlantic Council, Wilson Center, Maseya Azadiya Olî ya Navneteweyî (IRF), Navenda Amerîkî ya bo Lêkolînên li Şamê, Navenda Xwandina Îtalî (CESI), Navenda Lêkolînan a Rojhilata Navîn (ORSAM), Navenda Lêkolînan a Îranê (IRAM), Qamar Energy, Navenda Fransî ya bo Lêkolîna li ser Iraqê (CFRI), Vision Education, SEED Foundation û Five One Labs wek hevbeşekî sereke di lidarxistin û rêvebirina rêkxistinên çalakiyên Foruma Hewlêr-2023 de beşdar dibin.
Di çarçoveya wê forumê de li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê hejmareke zêde ji siyasetmedar, pispor, lêkolîner, medyaya navxweyî û navdewletî dê bi hev re li ser mijarên cuda yên têkildarî guhertinên li Rojhilata Navîn di panel û hevpeyvînên taybet de gotûbêjan bikin.
Di forumê de ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panelekê de beşdar dibe û dê behsa paşeroja Herêma Kurdistanê bike.
Yekem Foruma Hewlêrê ya salane 28ê Sibata 2019 birêve çû, lê belê salên din ji ber belavbûna vîrûsa coranayê çênebû. Foruma Hewlêrê li Otela Rotana tê sazkirin û kesên tê de beşdar li ser mijarên siyasî, civakî û aborî gotûbêjan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse