Hewlêr (Rûdaw) – Li Wana Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan wergeriya û li gorî tesbîtên ewil 28 kes birîndar bûne.
Qezayê vê sibehê li navçeya Westanê ya Wanê rû daye.
Li gorî agahiyan, otobusa rêwiyan a bi plakaya 44 AJ 999an a ku navê ajokarê wê hîn ne diyar e, ji kontrola ajokar derketiye û wergeriyaye.
Gelek cendirme û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûye.
Tîmên tenduristiyê her 28 birîndar bi ambulansan birine nexweşxaneyên li Wanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse