Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirha bangî desthilata Tirkiyeyê kir û got, “Tişta ku em dê ji vir ji desthilatê re bibêjin ev e; divê hûn ziman, îrade û mafên me qebûl bikin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Rihayê di mitînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî
Bakirhan di mitîngê de diyar kir ku ji ber pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin, berpirsyariyên mezin dikevin ser milê her kesî.
Bakirhan her wiha got, “Divê ‘mafê hêviyê’ yê Birêz Ocalan êdî bê naskirin” û wiha pê de çû, "Birêz Ocalan bi banga xwe bêhêvîtî belav kir û berpirsyariyeke mezin girt ser xwe."
"Cîhaneke nû tê avakirin yên ku vê nexwînin dê têk biçin"
Bakirhan diyar kir ku divê komîsyona li Parlamentoyê hatiye avakirin Ocalan guhdar bike û wiha got:
“Cîhaneke nû tê avakirin. Yên ku vê nexwînin dê têk biçin. Bendera herî ewle ya serdema nû aştî ye.
Top, tifing û têlên li ser sînor ewlehiyê pêk naynin. Aştî keda ye, rê li ber kuştina jina ku tê kuştin digire. Aştî têkoşîn e.
Em dê barê berpirsyariya aştiyê ya Birêz Ocalan parve bikin. Tevî vê germa Rihayê bi deh hezaran kes li vê qadê ne.
Tişta ku em dê ji vir ji desthilatê re bibêjin ev e; divê hûn ziman, îrade û mafên me qebûl bikin.
Divê hûn dev ji înkarkirina vê berdin. Ji ber ku ev gel bi salan e dev ji van mafên xwe bernedaye û bernade.
Êdî kes nikare ji rêziknameyên yasayî bireve. Aştî ne bi gotinên xweş, bi kiryaran pêk tê.
Em daxwaz dikin ku desthilat rêzê li îradeya gelê me bigire û wê qebûl bike.
Divê rê li ber hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bê vekirin. Nêrînên Birêz Ocalan modelek jiyanê ya yekgirtî pêşbînî dikin.
Her wiha divê komîsyon demildest Birêz Ocalan guhdar bike û bi wî re hevdîtinê bike.
Hema hema hemû partî di komîsyonê de hene. Divê komîsyon gavên li gorî aştiyê bavêje.
Em dinyayê ji nû ve keşif nakin. Mînaka Îrlandayê heye. Wan aştî bi kesên ku çek di destê wan de bûn re çêkiribû.
“Divê ‘mafê hêviyê’ yê Birêz Ocalan êdî bê naskirin”
Îro mecbûr in bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Hûn nikarin ji vê saetê şûn ve Birêz Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de heps bikin.
Pêwîst e Birêz Ocalan bi gelê xwe re bicive. Divê em bibin aliyê ku pirsgirêkê çareser dike.
Divê ‘mafê hêviyê’ yê Birêz Ocalan êdî bê naskirin. Aştî bi têkoşînê tê bidestxistin.
Em nikarin bi rawestanê di vê pêvajoyê de bi ser kevin. Divê em têkoşîneke ji têkoşîna xwe ya 40 salî mezintir bidin da ku aştî were ser van xakan."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse