Rapora jîngehê: Ji sedî 23yê axa Îraq û Başûrê Kurdistanê bûye çol

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Başûrê Kurdistanê Çolbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Giştî ya Amaran a Îraqê ragihand ku ji sedî 23yê axa Îraq û Başûrê Kurdistanê bûye çol.

Saziya Giştî ya Amaran a Îraqê rapora jîngeh û çandiniyê ya sala 2024an amade kir.

Raporê krîza ekolojîk a ku Îraq û Başûrê Kurdistanê rûbirû maye bi hemû hûrgiliyan eşkere kir.

Li gorî daneyên hatine belavkirin, nêzîkî 40,4 milyon donim axa Îraq û Başûrê Kurdistanê yanî ji sedî 23,2yê rûberê welêt bi temamî bûye çol.

Hat tekezkirin ku metirsî tenê bi rewşa heyî sînordar nîne û 96,5 milyon donim erdê din jî di bin gefa çolbûnê de ye.

Silêmanî yekem e

Devera ku herî zêde bandor ji vê wêraniya ekolojîk dîtiye bi zêdetirî 10 milyon donimî parêzgeha Enbarê ye.

Li Herêma Kurdistanê jî di warê erdên çolbûyî de Silêmanî di rêza yekem de ye.

Hat diyarkirin ku li seranserê herêmê metirsiya çolbûnê li ser 2,5 milyon donim erdî heye.

Daneyên li ser sektora çandiniyê, nehevsengiya di navbera bikaranîna çavkaniyên avê û potansiyela hilberînê de derxist holê.

Her çi qasî li seranserê welêt 13,5 milyon donim erdê çandiniyê hebe jî di planlama 2024an de tenê 11,9 milyon donim hat çandin.

Parêzgeha Mûsilê ku navenda hilberîna çandiniyê ye, zêdetirî nîvê erdên çandiniyê li xwe digire.

Her wiha hat dîtin ku ji sedî 55,8ê cotkaran ji bo avdanê pişta xwe didin ava baranê.

Bikaranîna teknîkên nûjen ên avdanê bi 4 milyon donimî sînordar ma.

Li Herêma Kurdistanê bi taybetî li erdên ji bo çandina genim guncav in Hewlêr di rêza yekem de ye.

Dihok parêzgeha herî kesk e

Dema li hebûna daristanên welêt tê nihêrin, girîngiya jiyanî ya Herêma Kurdistanê careke din derket holê.

Li seranserê Îraqê bi giştî 2 milyon û 382 hezar donim daristan hene û hema bêje hemû (2 milyon û 225 hezar donim) di nav sînorên Herêma Kurdistanê de ne.

Dihok bi zêdetirî milyonek donim qada daristanê wekî parêzgeha herî kesk ket qeydan û bal hat kişandin ku divê ev dewlemendiya xwezayî were parastin.

2 milyar metre çargoşe pîs bûye

Tabloya herî reş a raporê jî şopên şer ên li ser jîngehê bûn ku nayên jêbirin.

Hat eşkerekirin ku li seranserê Îraqê zêdetirî 2 milyar metre çargoşe qad hîn ji mayîn, teqemenî û paşmayên şer nehatiye paqijkirin.

Devera ku herî zêde paşmayên şer lê hene bi nêzîkî milyarek metre çargoşe qada pîsbûyî parêzgeha Besrayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst