Serra Bucak: Qeyûman makîneyên me firotine

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serra Bucak Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Berf û Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredara Amedê Serra Bucakê barîna berfê wekî "zivistana herî dijwar a 50-60 salên dawî" û "karesat" bi nav kir.

Bucakê derbarê zehmetiyên hatine jiyîn û rewşa şaredariyê de hûrgilî parve kirin.

Bucakê kêmasiya amûr û makîneyên şaredariyê qebûl kir lê sedema vê yekê bi birêvebiriya berê ve girê da û got, "Bê guman kêmasiya me ya amûran heye. Me kavilek dewr girt.

Salên 2019-2020an qeyûman bi biryara encumenê bi hinceta ku 'dema wan xelas bûye' greyder û kamyon firotine.

Li şûna yên hatine firotin jî yên nû nehatine standin. Ji ber vê yekê em zû rastî rexneyan tên lê ev karesateke mezin bû."

"Birêvebiriya Rêyên Bejahî piştgirî neda me"

Serrayê diyar kir ku di roja ewil a krîzê de rêyên sereke xitimîn û ew jî bû sedema pirsgirêkan û got:

"Ji ber ku rêyên bajarên cîran girtî bûn, tîmên Birêvebiriyên Rêyên Bejahî nekarî piştgiriyeke têr bidin vir.

Rêyên Rihayê, Farqînê û Meletiyê di bin berpirsyariya Birêvebiriya Rêyên Bejahî de ne.

Li ser rêya Farqînê tirkek qulibî çimkî xwê lê nehatibû reşandin. Tevî ku ne qada me bû jî me ji bo rêya Meletiyê ya ku bûbû wekî qada qeşayê amûr û wesayîtên xwêreşandinê şandin.

Me xwest em ji sektora taybet wesayîtan bi kirê bigirin lê şirketan digotin 'me wesaît dane Birêvebiriyên Rêyên Bejahî' û derî li rûyê me girtin.”

“Hewleke lînca siyasî heye”

Hevşaredara Amedê rexneyên li ser medyaya civakî û parvekirinên xwe yên sala 2020an ên ku tê de birêvebiriya qeyûm rexne kiribû nirxandin û got: "Wê demê tevî ku berf kêm bariya jî qeyûm li kolanan tune bû, rexneya min rast bû.

Îro em karesatekê dijîn. Ev meyla li ser medyaya civakî lînceke siyasî ye.

Tiştê ku tê hedefgirtin ne kesayetiya me ye, îradeya gelekî û şaredariyên hilbijartî ne. Em rexneyên bi mebest û yên bi armancên siyasî qebûl nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst