Ji sibê ve heciyên Herêma Kurdistanê vedigerin

02-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, ji sibê ve vegera heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya bejayî dest pê dike û roja 7ê Hezîranê jî vegera heciyên bi rêya geştên esmanî tê destpêkirin.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, ji sibê ve vegera heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya bejayî dest pê dike û paşê dê vegerandina heciyan bi rêya geştên esmanî jî dest pê bike.

Nebez Îsmaîl diyar kir ku geştên esmanî yên ji bo vegerandina heciyên Herêma Kurdistanê dê ji 7ê Hezîranê ve dest pê bikin û dê hecî bi rêya her du firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bên vegerandin.

Bi gotina Nebez Îsmaîl ku ew bi xwe jî li Siûdiyê ye, di merasîmên heca îsal de 4 welatiyên Herêma Kurdistanê li Siûdiyê koça dawî kirin.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmaîl herwiha got, heciyên ku mirine li Mekkeyê hatin veşartin.

Hatiye ragihandin, veşartina wan heciyan li Mekkeyê li ser wesiyeta wan bixwe yan jî li ser daxwaza malbatên wan bûye.

Îsal 4 hezar û 684 kes ji Herêma Kurdistanê ve çûne hecê. Îsal bo cara yekemîn, 690 welatiyên Herêma Kurdistanê bi rêya bejayî çûne hecê.

Yekemîn geşta karwana heciyên Herêma Kurdistanê bo Siûdiyê roja 9ê Hezîrana îsal bi rêya bejayî dest pê kiribû û yekemîn geştên esmanî jî di 12ê Hezîranê de ji her du firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ve dest pê kiribûn.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst