Abdurrahîm Firat: Rola Herêma Kurdistanê ya di danîna çekan de girîng e

02-07-2025
RÛDAW
Abdurrahîm Firat bû mêvanê bultena Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Abdurrahîm Firat bû mêvanê bultena Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Abdurrahîm Firat Herêma Kurdistanê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Erziromê yê AK Partiyê Abdurrahîm Firat li ser danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê got, “Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.”

Parlamenterê Erziromê yê AK Partiyê Abdurrahîm Firat bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoyê û pêşhatên dawî bersivandin.

Abdurrahîm Firat diyar kir ku hêviya wan ew ku pêvajoya çareseriyê bi silametî bigihêje bi dawî bibe û got:

“Em dixwazin li welatê me her kes bibe xwedî maf û hiqûqê xwe.”

Abdurrahîm Firat li ser rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya danîna çekan a PKKyê de anî ziman:

“Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.

Serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî Herêma Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Dema danîna çekan a li Silêmanî Hewlêrê dê alîkariyeke gelekî mezin bidin.

Tirkiye û Herêma Kurdistanê her gav hiqûqa hev parastiye, bi hev re tevgeriyane.

Em ji bo rola wan a girîng spas dikin.”

Firat li ser “mayîna fermandarên PKKyê yên piştî danîna çekan a li Herêma Kurdistanê” da zanîn:

“Gava yekem hat avêtin. Niha li Tirkiyeyê di guherîna Destûrê de xebatek heye.

Bi serokatiya Cevdet Yilmaz komîsyoneke 11 kesî hatiye avakirin û komîsyonê dest bi xebatên xwe kiriye.

Partiyên li Parlamentoyê dê bicivin û komîsyonekê ava bikin.

Komîsyon dê di navbera 30-40 kesan pêk were, dê gelek xebat werin kirin.

Dema ku PKKyê çek danîn dê bi yasayan kar û xebat werin kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst