Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê CENTCOMê tekezî li ser bihêzkirina hevkariyan kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Charles Brad Cooper û şandeya pê re pêşwazî kirin.
Di civîna ku hejmarek efserên leşkerî û şêwirmendên Amerîkî amade bûn de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warên ewlehî û leşkerî de hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de her du aliyan li ser metirsiyên DAIŞê û gefên wê yên li ser ewlehî û aramiyê li Îraq û Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin ku di heman demê de, alîkarî û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina şiyanên leşkerî û ewlehiyê, mijareke girîng a gotûbêjan bû.
Nêçîrvan Barzanî spasiya xwe ya ji bo alîkarî û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê anî ziman.
Serokê Herêma Kurdistanê amadebûn û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina hevpeymanî û hevkariya bi Amerîkayê re dubare kir.
Li aliyê din, Cooper ji bo rola Herêma Kurdistanê ya di rûbirûbûn û têkbirina DAIŞê de spasiya xwe anî ziman û pêbendbûna Amerîkayê ya ji bo piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê wekî hevpeymaneke girîng dubare kir.
Cooper amaje pê kir ku Amerîka bi girîngiyeke zêde li wan pêwendiyan dinêre û li ser bihêzkirina hevkariyên di navbera wan de ji bo rûbirûbûna terorê û têkbirina DAIŞê ya yekcarî û gefên ewlehiyê kir.
Di civînê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Wendy Green jî amade bû, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên girîng hatin gotûbêjkirin.
#WÊNE - Nêçîrvan Barzanî û Charles Brad Cooper civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 2, 2025
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Charles Brad Cooper û şandeya pê re pêşwazî kirin#USA #Kurdistan #CENTCOM pic.twitter.com/RlLjQ6uiOd
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse