Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Berçavê Farûq Hecî Mistefa da zanîn ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê baş bûye û tevgera bazirganiyê xurt bûye lê ew ji rewşa siyasî û nebûna yekrêziya Kurdan dilgiran e.
Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Berçavê Farûq Hecî Mistefa ku ji Rojavayê Kurdistanê vegeriyabû Başûrê Kurdistanê pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersivandin.
Farûq Hecî Mistefa amaje bi wê yekê kir, dibe ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer neçe civîna Neteweyên Yekbûyî (UN) û hikûmeta nû ya Şamê biryara 2254an qebûl nake.
“Rewşa Rojavayê Kurdistanê baş e”
Farûq Hecî Mistefa li ser rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê got:
“Rewş gelekî baş bû, milet rehet e, ticaret û hereketa xelkê xurt bûye, nirxê mal û milk û zeviyan ji sedî sed zêde bûye.
Hewa xweş e, herêma me herêmeke hênik e lê mizaca min ne baş e.”
Mistefa sedema nerazîbûna xwe wiha anî ziman:
“Wekî ku hûn dizanin karê me siyaset e û her tiştek bandorê li ser derûnî û rewşa me dike. Ez westiyayî me.”
“Dibe ku Ehmed Şer neçe civîna UNê”
Mistefa li ser vexwendina Ehmed Şer a ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ev yek ne serkeftineke mezin e û dibe ku ew neçe jî û anî ziman:
“Bi rastî ev ne pîvan û ne jî serkeftineke mezin e. Rast e, Ehmed Şer dê biçe, yan jî dibe ku neçe.
Me bihîstiye ku haziriya xwe nake ku biçe. Çûyîna wî ya New Yorkê ne wekî pîvanekê ye.
Yaser Erefat jî çû New Yorkê, kesên din ên ne serok jî çûn.
Belê, girîngiyek jê re heye, di warê manewî de lê wekî din ne ew qasî girîng e.”
Mistefa diyar kir ku pirsgirêka sereke ne çûyîna civînê, pêkanîna biryara 2254an e û da zanîn:
“Hikûmeta Sûriyeyê biryara 2254an qebûl nake.
Çima qebûl nake? Ji ber ku serokatiya wê jî divê bibe aliyek ji çareseriyê.”
“Divê şandeyên Birêvebiriya Xweser û Kurdî bibin yek”
Farûq Hecî Mistefa rexne li aliyên siyasî yên Kurdan girtin ku heta niha şandeyeke hevbeş ava nekiriye û neçûne Şamê û got:
“Heta niha şandeya Rêveberiya Xweser bi serê xwe diçe lê Şandeya Kurdî ya ku hatibû avakirin heta niha neçûye Şamê. Çima?
Mînak, hikûmeta demkî ya Şamê şandeya Rêveberiya Xweser dike lê dibêjin ew heta niha ne amade ne Şandeya Kurdî qebûl bikin.”
Mistefa bi tundî bang kir ku her du alî bibin yek û wekî şandeyeke hevpar biçin dan û standinan û anî ziman:
“Ez dibêjim divê şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya Kurdî bibin yek.
Divê ew bi hev re wekî yek şandeyê biçin.
Madem hikûmeta Şamê pêşwaziya şandeya Rêveberiya Xweser dike, divê şandeya Kurdî jî di nav de be.
Bila ew bi hev re wekî şandeyekê biçin.
Ev karê ku em dikin ne tenê teorî ye, me kesên xwedî bandor li ser civakê û siyasetê, kesên aqilmend û şêwirmend kom kirine û ev nêrîna me ye ku divê ev her du şande bibin yek.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse