Hewlêr (Rûdaw) - Cemîl Taşkesenê ku bi gotina "Ev der Kurdistan e" tê naskirin got, “Bi milyonan Kurd li min xwedî derdikevin.”
Cemîl Taşkesen 29ê Çiriya Pêşîn a 2021ê dema Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê ya wê demê Meral Akşener çûbû navçeya Misircê ya Sêrtê ji wê re gotibû, "Ev der Kurdistan e, lê tê înkarkirin."
Taşkesen wê demê bi vê gotina xwe ya “Ev der Kurdistan e” hatibû naskirin.
Dadgehê bi hinceta "gefxwarina li Serokkomar" 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê da Cemîl Taşkesen.
Cemîl Taşkesen beşdarî bultena Rûdawê bû û cezayê ku li wî hatiye birîn ji Sîma Abxizirê re nirxand.
Taşkesen diyar kir ku Dadgeha Îstînafê cezayê wî pesend kiriye û got:
“Cezayê min 4 sal û 2 meh e. Ev ceza ji ber bûyerên 2014an ên li Çemê Karê û Herekolê ku gorên gerîlayan ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn xerakirin, hatiye dayîn.
Gorên gerîlayên PKKyê bi makîneyên kar û balyozan hatibûn xerakirin. Min wê demê ew dîmen parve kiribûn."
“Dosyeya 2014an derxistin pêşberî min”
Taşkesen bal kişand ser wê yekê ku piştî diyaloga wî ya bi Meral Akşenerê re ev dosya dîsa derxistin û got:
"Sala 2021ê dema Meral Akşener hat Misircê min ji wê re got, 'Ev der Kurdistan e, em Kurd in, zimanê me û hebûna me tê înkarkirin.'
Wê demê îfadeya min hat sitandin lê ji ber konjektura Tirkiyeyê ya demê nekarîn ji ber wan gotinan tiştekî bikin, rabûn dosyeya 2014an derxistin pêşberî min.
Wêne û vîdeoyên wê demê kirin hincet û doz vekirin."
"Îro înkara înkarê heye"
Cemîl diyar kir ku îro li Tirkiyeyê "înkareke di nav înkarê de" heye û wiha pê de çû:
"Îro 70 milyon Kurd hene. Kes nikare Kurdistanê înkar bike. Ne tenê çar parçeyên Kurdistanê hene, her wiha Kurdistana Sor jî heye.
Dema êrişî ser mezel û gorên me dikin, kes nayê cezakirin lê dema tu dengê xwe bilind dikî tu tê cezakirin."
"Ev doza Kurdistanê ye"
Taşkesen spasiya piştgiriya gelê Kurd kir û got ku ev doz ne doza şexsî ye:
"Parlamenter, rojnameger û gelê me yê Kurd li min xwedî derketin.
Bi milyonan Kurd li min xwedî derdikevin. Ez spasiya hemûyan dikim.
Ev doz, doza Kurdistanê ye. Ne doza Cemîl Taşkesen e. Cemîl Taşkesen tenê ferdek e. Ev doz mîrasa bav û kalên me ye."
"Çima em nebin xwedî dewlet?"
Cemîl Taşkesen di dawiya axaftina xwe de navên pêşengên Kurdan bi bîr anîn û got:
"Kurdistan mîrasa Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Ubeydulahê Nehrî, Elîşêr, Mala Hacoyan, Malbata Bedirxaniyan û Mela Mistefa Barzanî ye.
Divê em li vê mîrasê xwedî derkevin. Îro 70 milyon Kurd hene, çima em nebin xwedî dewlet? Çima em nebin xwediyê mafê xwe?"
Çi bûbû
Sala 2014an li herêma Herekolê ya Sêrtê gorên gerîlayên PKKyê bi makîneyên kar û balyozan hatibûn xerakirin.
Cemîl Taşkesen jî yek ji wan kesan bû ku çûbû herêmê û dîmenên xerakirinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiribûn.
Li ser van parvekirinan bi tohmeta "gefxwarina li Serokkomar" li Dadgeha 2yemîn a Cezayê Giran a Sêrtê doz li Cemîl Taşkesen hat vekirin.
Dadgehê di darizandinê de sala 2023yan, ango piştî 9 salan 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Cemîl Taşkesen birî.
Cemîl Taşkesen li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê da.
Daîreya 9emîn a Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Amedê bi îdiaya "sûc hatiye îsbatkirin" serlêdan red kir.
Li ser vê yekê cezayê Taşkesen hat pesendkirin.
#VÎDEO - Cezayê Cemîl Taşkesen hat pesendkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 2, 2025
Cemîl Taşkesen: Ev doz, doza Kurdistanê ye, Kurdistan mîrasa bav û kalên me ye
💬 Cemîl Taşkesen: Bi milyonan Kurd li min xwedî derdikevin
💬 Cemîl Taşkesen: Îro 70 milyon Kurd hene. Çima em nebin xwedî dewlet❓
🎙️ Cemîl… pic.twitter.com/t7jjLsVvgU
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse