Zêr bi rekorekê dest bi sala nû kir

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr di roja yekem a dan û standinên sala nû de roja înê heta 4 hezar û 400 dolarî bilind bû lê di dema girtina bazarê de piraniya qezencên xwe winda kir.

Di dema girtina bazarê de onsa zêr tenê 9 dolaran bilind bû û bi 4 hezar û 332 dolaran dan û standin pê hat kirin.

Tê pêşbînîkirin ku di sala nû de, mîna sala 2025an pirsgirêkên jeopolîtîk û hêviyên ji bo kêmkirina faîzê bibin sedema bilindbûna bihayê zêr.

"Dê bihayê madenên biqîmet bilind bibe"

Şirovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya TD Securitiesê Bart Melek li ser mijarê got:

"Behsa kêmkirina faîzê di meha Adarê û mehên bê de tê kirin.

Her wiha nezelaliyên têkildarî pênaseyên gumrikê û qebareya deynên Amerîkayê di rojevê de ne.

Ev tişt dikarin bibin sedema bilindbûna zêdetir a bihayê zêr û madenên biqîmet ên wekî zîv û platînê."

Bazirgan îsal li benda du caran kêmkirina faîzê ne ku dikare kirîna zêr balkêş bike.

Kêmkirina faîzê qîmeta dolar kêm dike û bihayê kel û pel û madenan bilind dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst