Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi dronên xwekuj êrişî xaleke wan a li gundewarê Reqayê kiriye.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku çekdarên Hikûmeta Demkî xaleke wan topbaran kiriye.
"Bi 2 dronan û çekên giran êriş hat kirin"
Di daxuyaniyê de hûrgiliyên êrişê wiha hatin eşkerekirin:
"Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê îro demjimêr 16:00an, xaleke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Heqil El Sewrayê ya bajarê Reqayê, bi 2 dronên xwekuj û çekên giran topbaran kir."
HSDyê destnîşan kir ku di encama topbaranê de zererên madî çêbûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse