Sîpan Hemo li ser peymana HSD û hikûmeta Şamê axivî

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sîpan Hemo da zanîn ku bi peymana 30ê Kanûna Paşîn re hebûna siyasî û îdarî ya Kurdan a li Sûriyeyê hatiye qebûlkirin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo li ser peymana di navbera HSD û Şamê de ya ku 29ê mehê hatibû îmzekirin û 30ê mehê hatibû ragihandin daxuyanî da.

Sîpan Hemo ji Nûmedya24ê re axivî û diyar kir ku ev peyman nîşan dide ku têkoşîn ji aliyê leşkerî ve derbasî qonaxeke siyasî û yasayî bûye.

Wî li ser peymana di navbera her du aliyan de got, "Ev ne lûtke ye, destpêkeke nû ye."

Sîpan Hemo bersiv da pirsa li ser xeletiyên wan û got:

"Bê guman me di vê pêvajoyê de hinek şaşî kirin.

Mafê gelê me heye ku me rexne bike.

Em wekî hêza parastinê û îradeya siyasî dest bi nirxandina encamên pêvajoyê dikin.

Lê divê hêzên siyasî û gelê me encamên derketine holê rast bixwînin."

Hemo destnîşan kir ku Kurd dê êdî li Sûriyeyê bi nasnameya xwe wekî welatî bijîn û pê de çû:

"Li herêmên Kurdan dê gelê me bi xweseriya xwe bijî. Kurd dê êdî xwe bi rê ve bibin.

Her wiha dê di asta Sûriyeyê de jî di çarçoveya kotayekê de di saziyên fermî de cih bigirin.

Ev encam nayê wê wateyê ku têkoşîna me qediyaye.

Divê em wekî Kurd van derfetan ji bo bipêşketina têkoşîna azadî û demokrasiyê bi kar bînin."

Sîpan Hemo bal kişand ser rola hemû Kurdan a di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û anî ziman:

"Mirovên ji her çar parçeyan hatin û li vir canê xwe da.

Bi sed hezaran Kurdên li welat û diyasporayê ji bo me rabûn ser pêyan.

Em vê ti carî ji bîr nakin. Eger îro Rojava di rojeva cîhanê de be, divê em rola erênî ya hemû Kurdan bibînin."

Hemo li ser eşîrên Ereban jî peyivî û got:

"Hinek dibêjin Ereban Kurd bi tenê hiştin û xiyanet kirin.

Bi nêrîna min ev ne rast e. Dema ku berjewendî hebin siyaset jî li gorî wan tê meşandin."

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku metirsî hîn berdewam dikin û ew dest ji têkoşînê bernadin.

Wî diyar kir ku niha ruhê yekîtiya neteweyî di asta herî bilind de ye û ev yek ji bo wan destkeftiya herî pîroz e.

Sîpan Hemo anî ziman ku her çi qasî Rojavayê Kurdistanê di 14 salên dawî de gelek êş kişandibe jî divê gelê wan bi van encaman serbilind be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst