RAPOR - Fransayê di peymana HSD û Şamê de pişta Kurdan girt

40 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Fransa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Amerîka Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporekê, di mijara peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê de, Fransayê roleke erênî lîstiye û "berovajî Amerîkayê ku bêhtir piştgiriya Ehmed Şer dikir, pişta Kurdan girt."

Ev hewla bibandor a Fransayê encama hejmarek pêwendiyên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bû ku di nav de yên bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re de jî hene.

Çend çavkaniyên dîplomatîk ên Fransayê ji malpera The Monitorê ya Amerîkî re gotiye ku cureyekî dabeşkirina erkan di navbera Amerîka û Fransayê de hebû.

Rapor wiha dinivîse:

  • Washingtonê tekezî li ser bihêzkirina pêgeha Ehmed Şer wekî serokê dewletê û kontrolkirina girtîgehên DAIŞê û kampan kiriye.
  • Parîsê rola "piştgirî û dariştina mafan" lîstiye. Fransa balê dikişîne ser çesipandina mafên sivîl, zimanê Kurdî, birêvebiriya xwecihî û nûnertiya Kurdan a di nava desthilatê de.

    Kurd çi destkeftên siyasî bi dest xistin?

    Li gorî wan berpirsên dîplomatîk, peyman ne tenê tevlîkirina şervanan a li nava artêşê ye, "di heman demê de Fransayê karî çend xalên girîng biselimîne ku di reşnivîsên destpêkê de nebûn," ji wan jî:

  • Mafên sivîl û perwerdeyî: Peyman mafên sivîl û perwerdeyî yên gelê Kurd garantî dike.
  • Vegera koçberan: Garantiya vegera koçberan a ji bo warê wan dike.
  • Erkên bilind: Biryar hatiye dayîn ku berpirsên Kurd di erkên bilind ên parêzgehên wekî Hisîça û postên wezaretan de werin danîn.
  • Destûra nû: Parîs geşbîn e ku Şam rê bide nûnerên Kurd û HSD beşdarî wê komîteyê bibin ku destûra nû dinivîse.

Hevpeymanekî dîrokî; Ji Mitterrand heta Macron

Piştgiriya Fransayê ya ji bo Kurdan ne demkî ye, rehekî wê yê dîrokî heye.

Rapor wiha qalê dike:

1983: Damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.

1991: Fransa teşwîqkera sereke ya Biryara 688an a Konseya Ewlehiyê bû ji bo parastina Kurdên Herêma Kurdistanê. Danielle Mitterranda hevjîna serokê wê demê yê Fransayê, piştî serdana xwe û beşdariya di rûniştina gera yekem a Parlamentoya Kurdistanê ya sala 1992yan de wekî "Dayîka Kurdan" hat naskirin.

Serdema nû: Sala 2014an Fransa yekem welat bû ku çek ji Pêşmergeyan re şandin. Macron jî ev mîrat berdewam kir, bi awayekî ku salên 2023 û 2024an jî çendîn caran bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Hevpeymaniya HSD û Fransayê dema ku zêdetirî hezar û 300 welatiyên Fransî tevlî DAIŞê bûn bihêztir bû. Niha ku girtî tên veguhastin ber bi Îraqê ve û kamp (wekî Holê) dikevin bin çavdêriya artêşa Ereban a Sûriyeyê, Fransa tekez dike ku "Divê ev proje bi awayekî be ku metirsiyê li ser ewlehiya Ewropayê çêneke."

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Kerîm Qemer ji malpera Amerîkî re gotiye:

"Em spasiya Trump dikin ji bo peymanê lê em hest dikin ku Washington bêhtir alîgirê Şer bû.

Li hemberî vê, Fransa her tim bi me re bû.

Em daxwazê ji Serok Macron dikin ku di parastina gelê me yê li Sûriyeyê de berdewam be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst