Xwediyên rafineyan ên Hewlêrê 25 barhilgir alîkarî ji Rojavayê Kurdistanê re dişînin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Barhilgirên Alîkariyê / Wêne: Rûdaw
Barhilgirên Alîkariyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Alîkarî Hewlêr Rafîneyên Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Hewlêrê careke din destê alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hat dirêjkirin. 160 xwediyên kargehan û bazirganên sektora rafîneyên petrolê yên Hewlêrê 25 barhilgir alîkarî kom kirin.

Di nav vê kampanyaya alîkariyê de çîrokên cuda jî hene.

Yek ji wan kesên ku bûye destpêşxerê komkirina alîkariyan, kurekî Enfalê ye.

Ji ber ku wî bi xwe êşeke mezin kişandiye, niha bûye yek ji wan kesan ku hewl dide barê kesên mexdûr yên li Rojavayê Kurdistanê sivik bike.

Dîdar Zubêr Barzanî ku xwediyê yek ji rafîneyan e û ji Rûdawê re got:

"Piştî ku Serok Barzanî bang kir ku em alîkariyê bişînin Rojavayê Kurdistanê û bi hawara xwîşk û birayên xwe ve biçin, me jî ev wekî erka xwe zanî.

Me bi kelecaneke mezin pişgirî da bangê, kampanyayek da destpêkirin û 25 barhilgir alîkarî kom kir. Di selikên xwarinê de 25 cor made hene."

Serokê Encûmena Xwediyên Rafîneyan ên Hewlêrê Ebdulah Seîd Tendûre derbarê komkirina alîkariyan de got:

"Ev her tim karê me bûye. Kengî pêdiviya welatê me û Kurdistana me bi me hebe, em amade bûne."

Naveroka alîkariyan

Welî Omer ku ew jî xwediyê rafîneyekê ye û alîkarî beşdarî kampanyaya alîkariyê bûye, bi hûrgilî behsa naveroka alîkariyan kir û ji Rûdawê re got:

"9 barhilgir arvan in, 7 barhilgir erzaq in, 6 barhilgir kartol in, 2 barhilgir betanî û doşek in û barhilgirek jî pîvaz e.

Bi piştgiriya Xwedê em dê ji bo Kurdên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bişînin."

Ew karwanê alîkariyê dê çarşemê bi rêya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bigihîje Rojavayê Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye, ev ne cara yekem e alîkarî tê şandin.

Pêştir jî bi rêya heman dezgehê, 321 barhilgirên alîkariyên curbicur gihîştibûn Rojavayê Kurdistanê.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî pêştir bi rêya kampanyaya "Renca Rûdaw" 126 barhilgir alîkarî gihandibû Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst