Hewlêr (Rûdaw) – Zekeriya Yapicioglu ji Rûdawê re ragihand, “Kurd û Tirkan Komara Tirkiyeyê ava kir lê Kurd tune hatin hesibandin, zimanê wan qedexekirin, hebûna wan hat înkarkirin.”
Serokê HUDA PARê û Endamê Komîsyona Parlamentoyê Zekeriya Yapicioglu beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê daxuyaniyên girîng dan.
Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku wan wekî HUDA PARê dengê erê daye raporê lê rexneyên wan hene.
Yapicioglu li ser naveroka raporê û nîqaşên li Parlamentoya Tirkiyeyê got:
"Ev rapor wekî pêşniyareke yasayî pêşkêşî parlamentoyê hate kirin.
Di hinek yasayan de sererastkirin an jî çêkirina yasayên nû wekî pêşniyar di nav raporê de hene.
Parlamento piştî vê yekê dê li ser wan yasayan dan û standinan bike.
Me jî dengê erê da raporê lê me rexneyên xwe jî anîn zimên."
'Kurd tune hatin hesibandin'
Yapicioglu bal kişand ser dîroka Komara Tirkiyeyê û înkarkirina Kurdan û anî ziman:
"Di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de Kurd û Tirk bi hev re bûn lê piştî avakirinê, di nava 100 salî de Kurd tune hatin hesibandin.
Zimanê wan hate qedexekirin û hebûna wan hate înkarkirin.
Pirsgirêka Kurdan zêdetirî 100 salî ye didome."
Pirsgirêka Kurdan û çekdanîn
Serokê HUDA PARê destnîşan kir ku divê mijara çekdanînê û Pirsgirêka Kurdan ji hev werin veqetandin û got:
"Divê ev her du mijar ji hev werin veqetandin.
Tundiya van 40 salên dawî mijareke din e.
Komîsyonê zêdetir giranî da ser danîna çekan a PKKyê lê Pirsgirêka Kurdan ji çekan mezintir e û divê di asta siyasî û hiqûqî de were çareserkirin."
Zekeriya Yapicioglu daxwazên HUDA PARê yên ji bo çareseriyê wiha rêz kirin:
"Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê were dayîn.
Nasnameya Kurdan di destûrê de were naskirin.
Her wiha divê dewlet ji ber sûcên wekî şewitandina gundan, şkence û kuştina mirovan lêborînê bixwaze.
Divê ev neheqiyên ku li Kurdan hatine kirin werin qebûlkirin da ku ducare nebin."
'PKK nûnertiya hemû Kurdan nake'
Yapicioglu diyar kir ku ji bo çareseriyeke rastîn divê dewlet hemû aliyên Kurdan wekî mixetab bibîne û da zanîn:
"PKK rêxistinek e lê nûnertiya hemû Kurdan nake.
Bi milyonan Kurd hene ku ne di nav PKKyê de ne, gelek partî, sazî û kesayetên din hene.
Divê dewlet di vê pêvajoyê de hemûyan wekî mixetab bibîne û guh bide daxwazên wan.
Eger tenê aliyek were guhdarkirin, çareserî nabe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse