Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê kesek di êrişa bi çekê de hat kuştin.
Li gorî agahiyan, îro li Cadeya Qamişloyê ya Amedê kesekî ku nave wî ne diyar e, bi çekê êrişî Ufuk Guner kir û pişt re reviya.
Ufuk Guner di êrişê de bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de derket holê Ufuk Guner li cihê bûyerê miriye.
Tîmên tenduristiyê termê Ufuk Guner ji bo otopsiyê bir Saziya Bizîşkiya Dadî ya Amedê.
Her wiha hêzên ewlehiyê jî ji bo girtina êrişkar dest bi xebatan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse