Hoşyar Zêbarî: Destpêka 2026an dijwar bû û ya ku tê mezintir e

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hoşyar Zêbarî Amerîka Venezuela Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand ku destpêka sala 2026an ji bo cîhana nû destpêkeke dijwar bû û got, "Yê tê mezintir e."

Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser tora civakî ya Xê nivîsî:

Hoşyar Zêbarî got, "Ji şerê başûrê Yemenê yê li ser hegemonya û nerazîbûnên Îranê bigire heta rûbirûbûna Amerîkayê ya li Venezuelayê û girtina serokê wê di operasyoneke leşkerî ya bilez a Amerîkî de, her wiha aloziyên herêmî yên Rojhilata Navîn, hemû amaje bi wê yekê ne ya ku tê mezintir e."

"Medyaya Erebî wêneyê mezin ji dest da"

Hoşyar Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir ku medyaya Erebî wekî pêwîst giringî nedaye rûdanên Îran û Venezuelayê û wiha got:

"Bûyerên dramatîk ên xwenîşandanên Îranê û bûyerên leşkerî yên Amerîkayê yên li Venezuelayê, wekî pêwîst di kanalên esmanî yên Erebî de giringî pê nehat dayîn û bi awayekî sereke bala wan li ser operasyonên başûrê Yemenê yên li Hezremewtê bû."

Li gorî baweriya Hoşyar Zêbarî, ji ber giringînedana wan bûyeran, "Wêneyê mezin ê herêmê û cîhanê ji dest dan û wêneyê giştî yê bûyerên girîng winda bû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst