Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hawêlê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê minîbusa ku nexweşek vediguhast di çem de asê ma.
Nexweşa bi navê Naîme Golbaşi ya di minîbusê de krîza dil lê da û mir.
Li gorî agahiyan, Naîme Golbaşiya 68 salî ya li gund dijî nexweş ket.
Xizmên wê xwest wê bi minîbusekê bibin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Lê belê li nêzîkî bajarokê Ziyaretê ji ber barana zêde ava çem rabû û minîbusa ku Naîme Golbaşi tê de bû di nav avê de asê ma.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên Şaredariya Ziyaretê çûn cihê bûyerê.
Piştî xebatên tîman minîbus ji nav avê hat derxist lê hat dîtin ku Naîme Golbaşiyê canê xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku di dema asêmayîna de krîza dil li Naîme Golbaşiyê daye û ji ber wê yekê miriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse