HSDyê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Şervan Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin.

Hat ragihandin ku şervanek di şer de û yê din jî di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê bi nasnavê Emar di bersivdayîna êrişa komên girêdayî hikûmeta Şamê de û şervanê bi nasnavê Xebat Reqa jî di encama qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Hevrêyê me Mihemed Taha El Mistefa li herêma Tirwaziyê bi lehengî bersiva êrişa komeke girêdayî hikûmeta Şamê da û gihîşt asta şehadetê.

Hevrêyê me Ebdulqadir Ebdurehman El Xilêf jî dema erkê xwe bi cih dianî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû."

HSDyê sersaxî ji malbatên her du şervanan re xwest.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şervanan wiha ne:

Nasnav: Emar
Nav û paşnav: Mihemed El Mistefa
Navê dayîkê: Kewkeb
Navê bav: Taha
Cihê jidayîkbûnê: Reqa
Cih û dîroka wefatê: Tirwaziye - Bersivdayîna êrişa komên girêdayî hikûmeta Şamê - 30ê Kanûna Pêşîn a 2025an

Nasnav: Xebat Reqa
Nav û paşnav: Ebdulqadir El Xilêf
Navê dayîkê: Fatim
Navê bav: Ebdulrehman
Cihê jidayîkbûnê: Reqa
Cih û dîroka wefatê: Reqa - Hemrat - Qezaya trafîkê - 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst