Hewlêr (Rûdaw) - Dixwestin xîlafetê ava bikin lê niha di zindanê de ne. Zêdetirî 1.150 Alman tevlî çekdarên terorîst ên DAIŞê bûn, piştre gelek ji wan hatin girtin û zîndankirin. Almanya welatiyên xwe venagerîne, çekdarên DAIŞê di girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de dimînin.
Piştî ku Şervanên Kurd ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) grûpa terorîst DAIŞê têk bir, çekdarên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin girtin û ew xistin zindana Xwêran a Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, di wê zindanê de bi hezaran çekdarên ku ji çar aliyên cîhanê hatine hene û niha di zindana Kurdan a de rûniştine.
Kesekî ji Frankfurtê ku bi salan di nava DAIŞ'ê de bû jî li zindana Xwêranê tê girtin ji televizyona RTL a Alman re axivî. Naxwaze ku navê wî yê rast bê nivîsandin, ji ber vê yekê wek nasnav Serdar lê tê danîn. Li gorî Almanan ew jî mîna hevalên xwe yên girtî di Adara 2019an de ji aliyê hêzên Kurdî ve hatiye girtin.
“Ev çar sal in ez bê xeber mam”
Şervanên Kurd ji bo hevpeyvînê Serdar dibin odeyeke spî. Eşofmanê wî yê Nike yê rengê xwe daye wek zindanê bêreng e û rûyê Serdar nîşan dide ku wî bi salan ronahiya rojê nedîtiye.
Ji dema girtina wî ve, ti pêwendiya wî ne bi malbata xwe ya li Almanyayê re û ne jî bi hevjîna xwe ya dema ku ew ligel DAIŞê bû bi wê re zewicîbû nemane. Nizane ka hevjîna wî yan jî sê zarokên wan sax in an na. Serdar dibêje ku ew bi tevahî ji cîhana derve qut bûye û wiha berdewam kir, “Niha haya min jê tune ku serokwezîr kî ye. Ez nizanim Kûpaya Cîhanê ya 2022an jî pêk hat an tiştekî din. Ev çar sal in ez bê xeber mame.”
Ew li ser çîroka xwe ya berî girtinê dibêje, di sala 2015an de di ser Îtalya û Tirkiyê re derbasî Sûriyê bû û li wir tevlî DAIŞê bû. Rawestgeha wî ya yekem xaneke cîhadîstên biyanî bû. Serdar di êrîşa esmanî ya Amerîkayê de birîndar bû û neçar ma bi dar bimeşe. Bi piranî li Reqayê jiya, “Ez qet nexibitîm an min tiştekî din nekir. Mirovê ku bi darên bin çengan digere dikare çi bike?”
Serdar îdîa dike ku wî qet şer nekiriye lê tomarên DAIŞê wî wekî leşkerek tomar dikin, Serdar dibêje, “Ez tenê li wir dijiyam. Ez niştecih bûm. Rûniştevanekî Dewleta Îslamî.”
Lê Serdar ji aliyê rayedarên ewlehiyê yên Almanyayê ve baş tê naskirin. Li gorî agahiyan ji ber xebatên wî yên li `Xîlafetê` lêpirsîn tê vekirin, heger vegere Almanyayê, dibe ku li balafirgehê bê kelepçekirin.
Li gorî Wezareta Navxwe ya Federal a Almanyayê, hemû Almanên ku di nava demeke dirêjtir de li herêmên DAIŞê jiya ne, di bin çavdêriyeke taybet de ne û "bi taybetî di bin çavdêriya rayedarên dadgerî û ewlekariyê" ne.
Wezaret: Me ti çekdarên DAIŞê yên gumanbar neanîne Almanyayê
Wezareta Navxwe ya Federal a Almanyayê li ser pirsa gelo ew plan dikin ku çekdarên berê vegerîne Almanyayê da ku wan li wir dadgeh bikin yan jî ev yek berê bûye an na, got, “Hikûmeta federal ji bakur-rojhilatê Sûriyê tu zilamên ku tê gumankirin ji bo DAIŞê şer kirine venegerandiye.”
Li wir niha fikarên Kurdan bi temamî cuda ne, Tirkiye bi mehan e êrîşî hedefên li Rojavayê Kurdistanê dike.
Fermandareka HSDê dibêje, “Êrîşên Tirkiyê rewşa me ya di derbarê girtiyên DAIŞê re dijwartir kir. Ji aliyekê ve divê em malbat û zarokên xwe biparêzin û piştre jî em xwedî li DAIŞê derkevin. Dewlet hene ku ji bo vegerandina welatiyên xwe jî ne eleqedar in, naxwazin berpirsiyariyê bigirin ser xwe û hevkariyê jî nakin.” Fermandara HSDê dibêje, eger dewlet nikaribin rasterast dîlên xwe yên DAIŞê bigirin, divê bi kêmanî piştgiriya aborî bidin Kurdan. Ew rewşek pir dijwar e ku hûn nekarin bi tena serê xwe rabin.
Berovajî şervanên mêr, Almanya jinên ku tevlî DAIŞê bûne vegerandin Almanya bi şertê ku ew bixwazin. Bi giştî 7 vegerandinên bi vî rengî hebûn ku hikûmeta federal 27 jin, 81 zarok û yek ciwan ji Rojavayê Kurdistanê anîne Almanyayê.
“Ez ji bo zarokên xwe pêşerojeke baştir dixwazim”
Jineke DAIŞê ku ew jî li Rojavayê Kurdistanê girtî ye û naxwaze navê wê yê rast bê dayîn, navê Aylîn wek nasnav lê tê kirin. Aylîn a ku bi eslê xwe Tirk e tevî ku li Almanyayê ji dayik bû û li Hamburgê mezin bû jî, tu carî welatîbûna Almanyayê bi dest nexistiye û ti carî jî pêwîst nedîtiye ji ber ku wek Tirkek mafê wê yê rûniştinê yê daîmî hebûye. Jina Tirk biryarek daye ku niha jê pir poşman e û dibêje “Ez dixwazin ji girtîgehê derkevim.”
Ew jî li pey xewna xîlafetê çû û berê xwe da nav DAIŞê. Li wir Aylin bi çekdarekî DAIŞê yê Kosovo-Alman re zewicî û jê 3 zarokên wê hene. Mêrê wê di sala 2017an de hat kuştin. Aylîn û zarokên xwe piştî hewldana reva ji Sûriyeyê ya bi serneketî, xwe li Kampa Roj dîtin. Mexdûrên herî mezin ên rewşê niştecîhên herî piçûk in, zarok in. Tenê qada futbolê ya li nîvê kampê di jiyana rojane ya xedar de cûrbecûrî pêşkêşî dike.
Kamp ji bo jin û jinebiyên çekdarên DAIŞê û zarokên wan penageheke ku ne li ser daxwaza wan e. Tevî ku ne di hucreyên girtîgehê de ne jî, qad bi têlekî bilind hatiye dorpêçkirin. Şervanên HSDêli kampê nobetê digirin. Jina DAIŞî Aylîn dibêje, “Ez ji bo zarokên xwe pêşerojeke baştir dixwazim. Divê hûn azad bibin û cîhanê bibînin.” Lê tenê yek kes berpirsiyar e ji pêşerojên xirab ên hêviyên zarokên wê - ew bi xwe.
Li zindana Kurdan ji Serdar dipirsin ka ew poşman bûye ku tevlî DAIŞ bûye an na? Demekê difikire, dû re bi dengekî bilind xwe bêhn distîne. Bi hêrs dibêje "Bê şirove". Dixwaze bihêle ku rewş wî sar dihêle. Lê di rûyê wî de hûn dikarin bibînin ku ev pirs çiqas wî aciz dike.
Hikûmeta federal guman dike ku zêdetirî 200 kesên ji Almanyayê di girtîgehên Sûriye, Iraq û Tirkiyê de ne.
Gelek ji wan di zindaneke ku di bin destên hêzên Kurd de ne dimîn. Ew kesên wek Serdar an Aylin û zarokên wan in. Kesên ku Almanya wan bi Kurdan re bi tenê dihêle.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse