Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kartalê yê navçeya Nûrdaxê ya Dîloka Bakurê Kurdista helîkoptera polîsan ket xwarê, 2 polîs mirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li gundê Kartalê yê navçeya Nûrdaxê (Qurêderê) helîkoptera polîsan a Serokatiya Daîreya Hewayî ya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ketiye xwarê.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Yerlikaya da zanîn ku şeva borî helîkoptera Serokatiya hewayî ya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê dema ji Balafirgeha Hatayê rabûye û xwestiye biçe Balfirgeha Dîlokê, li nêzîkî gundê Kartalê yê navçeya Nûrdaxê ya Dîlokê ketiye xwarê.
Li gorî Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê, helîkopterê herî dawî demjimêr 22:49 deqe ligel Navenda Operasyonên Hewayî ya Hevbeş peywendî daniye û 2 pîlotên di nav helîkopterê de canê xwe ji dest daye û teknîsyenek jî birîndar bûye.
Gelek tîmên tendirûstî, AFAD, UMKE û cendirme çûn cihê bûyerê.
Piştî kar û xebatan teknisyenê birîndar hatiye rizgarkirin û tîmên tenduristiyê ew rakir nexweşxaneyê.
Lê heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin ka helîkoptera polîsan ji ber çi ketiye xwarê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse