Îranê di salekê de 3 birayên kolber birîndar kirin

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Di salekê de 3 birayên kolber ên ji Paweya Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûn ku herî dawî berî 2 rojan birayek bi guleya nobedarên sînor ên Îranê ji çavê xwe birîndar bû.

Kosar Ristemnejadê ji gundê Şimşêrê yê bajarê Paweyê şeva înê li Newsûdê ji aliyê nobedarên sînor ên Îranê ve bi guleyan hat birîndarkirin û ew piştre veguhastin Nexweşxaneya Taleqana Kirmaşanê.

Li gorî nûçeya Hengawê, bijîşkên Nexweşxaneya Taleqana Kirmaşanê ji Kosar re gotine ku nikarin wî derman bikin û ew şandine nexweşxaneyeke Tehranê.

Sala borî jî 2 birayên Kosar dema ku li navçeyên sînorî kolberî dikirin ji aliyê nobedarên sînor ên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Roja sêşemê jî 3 kolberên din di qezayeke trafîkê de birîndar bûn. Ew ji Selasa Bawecanê bûn û wesayîta wan li ser rêya Paweyê li wesayîteke din qelibî.

Li gorî zanyariyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê sala 2023yan li parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê herî kêm 29 kolber hatine kuştin û 228 jî birîndar bûne.

Kolber dibêjin, ew ji ber nebûna derfetên kar û tenê ji bo debara jiyana xwe neçar in wî karî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst