Erzirom - Malbatê piştî 6 salan cenazeyê kurê xwe yê gerîla stand

04-03-2025
RÛDAW
Nîşan Erzirom PKK HPG Gerîla Oguz Çelîk Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyê gerîlayekî PKKyê piştî 6 salan teslîmê malbata wî hat kirin.

Sala 2019an li navçeya Qaqizmanê ya Qerêsê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de şer derketibû û gerîlayê HPGyê Oguz Çelîk bi nasnav Agît Arî di şer de canê xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Oguz Çelîk bi piştre biribûn Saziya Bijîşkiya Dadî ya Erziromê.

Malbata wî ku li navçeya Hênê ya Amedê dijî ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe çû Erziromê lê rayedarên dewletê ne cenaze dan wan ne jî mînakên xwînê ji malbatê wergirt da ku cenaze bi pişkînîna DNAyê bên destnîşankirin.

Malbata Çelîk herî dawî 6 meh berê ji bo pişkinîna DNAyê mînaka xwînê da. Di encama pişkînan de diyar bû ku cenaze yê Oguz Çelîk e.

Li ser vê yekê agahî bi malbatê hat dayîn ku bên û cenazeyê kurê xwe wergirin.

Li gorî zanyariyan, malbata Oguz Çelîk piştî karûbarên yasayî cenazeyê kurê xwe ji goristana kesên bê xwedî ya Erziromê wergirtiye û biriye navçeya Hênê da ku careke din bi axê bê spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst