Li Şirnexê qeza, 6 birîndar hene

04-05-2025
Nîşan Şirnex Cizîr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 6 kes birîndar bûn.

Qezayê şeva borî li ser rêya Şirnex û Mêrdînê rû da.

Li gorî agahiyan, wesayîta bazirganiyê ya sivik a bi plakaya 01 RD 608 û otomobîla bi plakaya 06 HE 058 li bin guhê hev daye û 6 kes birîndar bûne.

Di vê qezayê de ajokarê wesayîta bazirganiyê S.T., ajokarê otomobîlê Î.Ç. û rêwiyên bi navên N.D, R.Y, B.Ç. û B.E. yên di her du otomobîlan de birîndar bûne.

Timên tenduristiyê her 6 birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst