Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi wesileya wefata Sirri Surreya Onder daxuyanîyek da û got, "Em dê bigihîjin armanca Tirkiyeya bêteror a ku rehmetî Onser van demên dawî ji bo wê gelekî dixebitî.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi boneya wefata wî sersaxî ji DEM Partiyê, malbat û hezkiriyên Onder re xwest.
Recep Tayyîp Erdogan got, “Ez dixwazim ku xemgîniya xwe ya ji ber wefata Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bînim ziman.
Ez ji dil bawer dikim ku em dê bigihêjin armanca Tirkiyeya bêteror a ku Onderê gorbehişt jî van demên dawî ji bo wê gelekî ked da.”
15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.
Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro seat 16:10an wefat kir.
Cenazeyê Onder dê 4ê Gulanê li Stenbolê bê oxirkirin.
Roja yekşemê saet 11:00an dê li Navenda Çandê ya Atatirkê ya Stenbolê çalakiyek bibîranînê were lidarxistin
Piştî nimêja esrê dê li Mizgefta Şîşliyê nimêja cenaze were kirin.
Piştre cenaze dê li Goristana Zincirlikuyê were veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse