Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wefat kir û gelek siyasetmedar û rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê peyamên serxweşiyê belav kirin.
15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.
Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro seat 16:10an wefat kir.
Çend wezîr û siyasetmedaran peyamên serxweşiyê belav kirin:
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di peyama xwe ya serxweşiyê de wiha got:
"Min koça dawî ya Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê birayê min Sirrî Sureyya Onder bi xemgîniyeke kûr bihîst.
Mirovekî hêja bû ku bi nezaketiya xwe ya siyasî, helwesta xwe û kesayetiya xwe, rêzgirtina her kesî bi dest xistibû.
Bila Xwedê rehma xwe lê bike û ji malbata wî, nêzîkên wî û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim."
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "Me Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê dostê me, hevalê me Sirri Sureyya Onder winda kir.
Mirovekî hêja yê huner û siyasetê bû ku bi hemû pirsgirêk û çîrokên mirovên me re eleqedar bû.
Demên dawî yên jiyana xwe ji bo armanca 'Tirkiyeya bêteror' bi kar anî. Xwedê rehmê lê bike.
Serê malbata wî ya hêja, DEM Partiyê, Parlamentoya Tirkiyeyê û miletê me yê ezîz sax be."
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç: "Ji Xwedê rehmê ji bo Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder re dixwazim ku ji ber nexweşiya ku pê ketibû wefat kir.
Rehmetî Sirrî Sureyya Onder, bi kesayetiya xwe ya dilsoz, aliyê xwe yî mirovî, helwesta xwe ya lihevker a di gelek mijaran de û hewldana xwe ji bo beşdariya îdeala Tirkiyeyeke bêteror dê her tim bê bibîranîn.
Bila ruha wî şad û cihê wî bihişt be. Serê malbat, nêzîk û hezkiriyên wî sax be."
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya: " Ji Xwedê rehmê ji bo Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder re dixwazim û sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û hezkiriyên wî re dixwazim. Bila cihê wî bihişt be."
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu: " Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Ji Xwedê rehmê ji bo Sirrî Sureyya Onder dixwqazim û bila serê malbat, mirov û hezkiriyên wî sax be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse