Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norgehê ya parêzgeha Erziromê ji ber sedemeke ne diyar agir bi deverekê ket û di encamê de 4 xanî, 3 axur û çend kadîn şewitîn.
Şeva borî li gundê Xozaxpûrê yê navçeya Norgehê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê agir bi devereke gund ket û di demeke kurt de belav bû.
Şêniyên gund ên ku agir bi xaniyên wan ket xwe rizgar kir û axurên xwe vala kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên Şaredariya Norgehê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û midaxele kir.
Agir serê sibehê hat vemirandin.
Hat ragihandin ku di encama agir de 4 xanî, 3 axur û çend kadîn bi temamî şewitîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse