Qonaxên dîrokî yên Amedê dibin kafe û xwaringeh

04-07-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Mala Çandê ya Amedê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mala Çandê ya Amedê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê qonax û xaniyên dîrokî yên ku bi kevirên navdar ên bazaltê hatine çêkirin, yek li pey yekê dibin kafe, xwaringeh û navendên geştyariyê.

Ev veguherîn bi taybetî piştî "Pêvajoya Aştiyê" û nermbûna atmosfera siyasî bileztir bûye.

Li gorî zanyariyan, tenê di çend mehên dawî de nêzîkî 15 malên dîrokî bûne cihên xizmetguzariyê ku ev yek hem derfetên nû yên aborî diafirîne hem jî nîqaşan li ser parastina mîrateya çandî bi xwe re tîne. 

Xaniyên kevirî yên Sûrê ku berê cihê jiyana bi sedan malbatan bûn, piştî "şerê xendekan" û pêvajoyên li dû wê vala mabûn.

Niha ev avahiyên dîrokî ku her yek jê xwedî mîmariyeke taybet e bi rengekî nû tên zindîkirin.

Ramazan Şîmşek yek ji wan karsazan e ku li Sûrê maleke dîrokî veguherandiye kafeyekê.

Şîmşekê ku di nava du mehan de avahî ji bo xizmetê amade kiriye, armanca xwe wiha tîne zimên:

“Ev der cihekî dîrokî ye û bêhna dîrokê jê tê. Me xwest bi vê fikrê li nava bircên Amedê qonaxeke wisa dîrokî vekin da ku çand, huner û dîrok bigihîjin hev.

Hêviya me ew e ku kesên tên vir, hem dîrokê û hem jî çanda xwe bi hev re bibînin.”

"Ji bo pêşketina bajêr girîng e"

Rêveberên saziyên geştyariyê jî vê veguherînê wekî gaveke erênî ji bo aborî û nasandina bajêr dibînin.

Li gorî wan, geştyarên xwemalî û biyanî zêdetir bala xwe didin mekanên otantîk û dîrokî.

Serokê Komeleya Geştyarî û Nasandina Çanda Amedê Kenan Aksu jî li ser vê trendê got, “Veguherandina van malan ji bo navendên geştyariyê wan ji nû ve zindî dike.

Ev yek her ku diçe zêdetir dibe. Geştyar cihên nûjen naxwazin, ew li cihên dîrokî digerin.

Eger li nava Sûrê projeyeke baş a geştyariyê bê meşandin, ez bawer im dê qezenca wê ji 500 kargehan zêdetir bigihê bajêr.”

Geştyar matmayî dimînin

Geştyarên ku serdana van mekanên nû dikin, kêfxweşiya xwe tînin ziman û dibêjin ew di nava "dîrokeke zindî" de digerin.

Her wiha ev hest û atmosfer dihêle ku xwe wekî rêwiyên di nava du zemanên cuda de bibînin.

Geştyarê ji Cizîra Botanê Îhsan Kaya got, “Ev der gelekî xweş e. Divê hemû milet bê û van deran bibîne. Xelk ji Stenbol, Îzmîr û Bursayê tên û berê xwe didin van mekanan.”

Geştyarê ji parêzgeha Kirikkaleyê Burak Dînç jî got, “Em ji Enqereyê hatin. Cihên dîrokî yên Amedê pir xweş in. Bawer bikin, atmosfera vir bêhempa ye.”

Geştyarê Îngilîz Tim Frankman jî got, “Amed bajarekî awarte ye. Divê her kes were û vê dîrokê bibîne.

Bajarê herî xweşik e û cihên wê yên dîrokî gelek zêde ne. Min pir jê hez kir.”

Geştyara Îngilîz Deborah Whitfordê jî got,” Amed bêhempa ye. Bajarê herî xweşik e. Min jê hez kir.”

Li navçeya Sûrê herî kêm 683 avahiyên dîrokî û çandî yên tomarkirî hene.

Ji van avahiyan bi sedan jê mal û qonaxên dîrokî ne û beşek ji mîrata mîmarî ya bajêr in.

Heta niha bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin ku ji van mal û qonaxan çend jê veguherîne û bûne navendên geştyariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst