Pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê: Amerîka dibêje metirsî ye û Heşdî Şebî daxwaza dengdanê dike

04-08-2025
RÛDAW
Nîşan Heşdî Şebî Amerîka Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku Serokê Desteya Heşdî Şebiyê daxwaza pesendkirina yasayê wekî “erkekî niştimanî” dike, Washington dilgiraniyên xwe yên derbarê zêdetir bihêzkirina wê hêzê digihîne Parlamentoya Îraqê.

Heşdî Şebî her wiha amadekariyên berfireh ên ewlehî û xizmetguzariyê dike.

Paşeroja Desteya Heşdî Şebiyê li Îraqê bûye xala sereke ya nakokiyeke siyasî û dîplomatîk a dijwar ku di navbera zextên navxweyî yên ji bo bihêzkirina statuya wê ya yasayî û digiraniyên navneteweyî de asê maye.

Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz di peyamekê de bangî parlamenteran kir ku dengê xwe bidin pêşniyaryasaya nû ya desteyê.

Feya ew wekî “erkekî niştimanî û wefayek ji bo şervanan” bi nav kir ku bersiva merciyetê daye û rûmeta niştimanî parastine, lê ev pêngav rûbirûyî dilgiraniyeke cidî ya Amerîkayê bûye.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ragihand ku berpirsê kar û barên balyozxaneyê Stephen Fagin di hevdîtina xwe ya bi Alîkarê Yekem ê Serokê Parlamentoyê Muhsîn Mendelawî re, “dilgiraniya Amerîkayê” ya derbarê du pêşniyaryasayên taybet bi Heşdî Şebiyê re ducare kiriye.

Ev yek piştî peyameke bi heman rengî ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ya ji bo Serokwezîrê Îraqê tê.

Hevdem li gel vê nakokiya siyasî, Heşdî Şebî rola xwe berfirehtir dike.

Fermandarê Operasyonên Ferata Navîn Secad Ebdullah Esedî eşkere kir ku hêzên wan di çarçoveya planeke ewlehiyê ya berfireh de operasyonên pêşwext li bakurê Babil, Kerbela û Çola Necedê pêk anîne.

Esedî her wiha ragihand ku bi dehên kîlometreyan li ser rêyên sereke belav bûne û xizmetguzariyên bijîşkî û lojîstîkî pêşkêşî ziyaretvanan kirine ku ev jî bandor û giraniya vê hêzê ya li qada Îraqê zêdetir nîşan dide.

Heşdî Şebî bi yasayê dibe sazî

Pêşniyaryasayeke nû ji bo ji nû ve birêxistinkirina “Desteya Heşdî Şebî” hatiye amadekirin û armanca wê guhertina vê hêzê bo saziyeke leşkerî ya fermî û daîmî ya di nav hêzên çekdar ên Îraqê de ye.

Li gorî pêşniyaryasayê, deste dê rasterast bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Serokwezîr) ve were girêdan û serokê wê jî dê pileya wezîr wergire û bibe endamê Komîteya Wezarî ya Asayişa Niştimanî.

Yek ji xalên sereke yên yasayê, damezirandina “Akademiya Heşdî Şebîyê” ye ji bo pêgihandina efserên taybet bi xwe ku ev jî bingehên artêşeke paralel li gel artêşa Îraqê datîne.

Ev pêngav dilgiraniyên derbarê avabûna du artêşên rikaber di nava yek dewletê de çêdike û pirsan li ser paşeroja yekparçeyiya saziya leşkerî ya Îraqê çêdike.

Pêşniyar, yasaya berê ya sala 2016an hildweşîne û desthilateke gelekî berfirehtir dide desteyê.

“Pêşniyaryasaya nû ya Heşdî Şebî ne tenê guhertineke îdarî ye, belkû ji nû ve damezirandineke temam a wê hêzê ye ku desthilat û statuyeke bêhempa dide wê.

Ev yasa stûnên saziyeke leşkerî ya paralel li gel artêşa Îraqê datîne.

Werin em li wan xalên herî girîng binêrin ku di vê pêşniyaryasayê de cih girtine û dê statuya Heşdî Şebiyê ya di nexşeya siyasî û ewlehiyê ya Îraqê de ji bo hetahetayê biguherînin.”

Xalên pêşniyaryasayê û metirsiyên wê

- Girêdana rasterast bi Serokwezîr ve: Ev yek dike ku Heşdî Şebî ji Wezareta Parastinê derbas bibe û bibe hêzeke rasterast di bin fermana serokwezîr de.

Metirsiya wê: Lawazkirina Wezareta Parastinê û avakirina hêzekê ku dibe ji bo armancên siyasî bê bikaranîn, ne tenê ji bo asayişa niştimanî.

- Dana pileya wezîr ji serokê desteyê re: Serokê Heşdî Şebiyê dibe endamê Komîteya Wezîran a Asayişa Niştimanî û desthilatên wezîrê parastinê li ser çekdarên xwe bi cih tîne.

Metirsiya wê: Avakirina “wezîrekî parastinê” yê paralel û damezirandina fermî ya du serkirdayetiyên leşkerî yên cuda di nav hikûmetê de.

- Damezirandina akademiya leşkerî ya taybet: Deste dê xwedî akademiya xwe ya taybet be ji bo pêgihandina efseran û dana bawernameyên zanistên leşkerî.

Metirsiya wê: Ev yek bingehê ji bo artêşeke daîmî û xwebexş datîne ku xwedî bîr û bawerî û rahênanên taybet bi xwe ye û wê bi temamî ji artêşa niştimanî cuda dike. Ev jî xaleke metirsîdar e ji bo avakirina “dewlet di nava dewletê de”.

- Desthilata berfireh a ewlehiyê, îstixbaratê û xizmetguzariyê: Erkên wê ne tenê leşkerî ne, belkû pêşkêşkirina şêwirê ji hikûmetê re li ser dosyeyên hestiyar û beşdarbûna di karên xizmetguzariyê de jî li xwe digire.

Metirsiya wê: Têkelkirina karê leşkerî li gel karê îstixbaratî û medenî dikare bibe sedema destwerdana di jiyana welatiyan de û berfirehbûna bandora siyasî û civakî ya Heşdê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst