Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê saet 05:30î erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan rû da.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), navenda erdhejê Hisîça bû û hêza wê 4,3 pile bû.
Hat diyarkirin ku erdhej 95,42 kîlometreyan dûrî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çêbûye.
Her wiha kûrahiya wê jî 19 kîlometre ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse