Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di şikeftekê de termê zilamekî hat dîtin.
Bûyer li devera gundê Hoserê qewimî.
Şivanekî li herêmê, kesekî ku di şikeftekê de dirêjkirîbû dît.
Şivan dît ku li cem wî kesî, bivir, bêr û jeneratorek heye û wî agahî da tîmên cendirmeyan.
"Tîmên taybet ketin şikeftê"
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.
Tîman li hemberî gaza jehrî cilên taybet li xwe kirin û bi amûrên pîvanê di şikeftê de lêkolîn kir.
Di encama lêkolînê de, li cihê ku 2 metreyan kûr e û kolan hatiye kirin termê zilamekî hat dîtin.
"Guman li ser gaza jehrî ye"
Tê gotin ku ew kes ji ber gaza jeneratorê jehrî bûye û miriye.
Tîmên tenduristiyê termê wî ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse