Li Nisêbînê 2 xwişk hatin kuştin

Duh li 07:56
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Xwişk Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê du xwişk di mala xwe de mirî hatin dîtin.

Hat diyarkirin ku her du xwişk bi çekê hatine kuştin.

Li Taxa 8ê Adarê ya Nisêbînê, xizmên Suheyla O.ya 44 salî û xwişka wê Sumeyye A.ya 41 salî dema agahî ji wan negirtin, telefonî Navenda Banga Lezgîn a 112ê kir.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn navnîşana ku her du xwişk lê dijiyan.

Bi guleyan hatine kuştin

Tîmên ku derî vekirin, her du xwişk li erdê dîtin ku hatibûn gulebarankirin.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku her du xwişkan canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê termên Suheyla O. û Sumeyye A.yê ji bo otopsiyê veguhastin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Tîmeke taybet hat avakirin

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrdînê ji bo ronîkirina bûyerê tîmeke taybet ava kir.

Tîman li dîmenên kamerayên ewlehiyê yên derdorê temaşe kir û li gorî agahiyên destpêkê nasnameya gumanbarekî hatiye tesbîtkirin.

Hat ragihandin ku xebatên ji bo girtina wî gumanbarî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst