Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgaha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê yek 60 ya din 65 salî, 2 xwişk li malê mirî hatin dîtin.
Leyla û xwişka wê Muattera 65 salî ku li taxa Yeniyolê dijiyan, piştî ku deng û behs ji wan nehat mirovên wan xeber da aliyên pêwendîdar.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman derî vekir û cenazeyê her du xwişkan dîtin.
Li gorî tesbîtên ewil a ekîban, hat nirxandin ku yek ji wan xwişkan beriya nêzîkî 10 rojan canê xwe ji dest daye.
Li cihê bûyerê lêkolînên tîmên pêwendîdar û dozger li cihê bûyerê didomin.
Piştî lîkolînê ew dê bi mebesta otopsiyê cenazeyan rakin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse