Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya cejnê de banga diyalogê kir

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de got, “Em bawer dikin ku pirsgirêka meaşan a li Herêma Kurdistanê divê li ser bingeha destûr, yasa û rêkeftinan; bi rêya diyalog û lihevhatinan were çareserkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Qurbanê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Di Cejna Qurbanê de ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ û jidil pêşkêşî hemû Misilmanên Herêma Kurdistanê, Îraqê û çar aliyên cîhanê dikim.

Ez ji Xwedayê Mezin dixwazim ku ev cejn bi tenduristî û dilxweşî derbas bibe û ji her kesî re aramî, ewlehî û xweşguzeraniyê bîne.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de banga hevkariyê kir û anî ziman:

“Bi vê helkeftê, em wateyên cejnê; dayîna qurbanê, fedakarî û aştiyê bi bîr tînin.

Em banga xwe ji bo xurtkirina hevgirtina civakî, hevkarî û hewldana ji bo derbaskirina pirsgirêkan dubare dikin.

Em baweriya avakirina bingehên dadwerî, bawerî û jiyaneke birûmet a bi hev re tekez dikin.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de cih da neşandina meaşên karmendên Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Îraqê ve û banga diyalogê kir:

“Em bawer dikin ku pirsgirêka meaşan a li Herêma Kurdistanê divê li ser bingeha destûr, yasa û rêkeftinan; bi rêya diyalog û lihevhatinan were çareserkirin.

Çareserkirina vê pirsgirêkê dê xizmeta berjewendiyên civakê bike.

Gelê Kurdistanê bi israr li pey mafên xwe ye û piştgiriyê dide rêya çareseriyê ya destûrî.

Em hêvî dikin ku ev cejna pîroz bibe destpêka qonaxeke nû ku aqil û berpirsyariya hevbeş tê de serdest be û bibe sedema paşerojeke çêtir ji bo hemû beşên Îraqê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst