Baregeha Barzanî 'bêrêziya' li hemberî Mîr Hazim Tehsîn Beg şermezar kir

05-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mîr Hazim Tehsîn Beg Baregeha Barzanî Mîrê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî "bêrêziya" li hemberî Mîrê Kurdên Êzidî yên cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg şermezar dike.

Ofîs Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, "Em bi tundî wê bêrêziyê şermezar dikin ku li Berlînê ji aliyê kesekî nezan ê Êzidî ve li hemberî Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan hatiye kirin."

Baregeha Barzanî da zanîn ku ev cure reftar armanceke "xerabkariyê" li pişt wan heye û "nayên qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de, Baregeha Barzanî piştgiriya xwe ji bo Mîr Hazim Tehsîn Beg ducare kir û ragihand:

"Em her wiha hemû hewlên ji bo çêkirina dubendiyê di nav Êzidiyan de û sivkayetîkirina li pîroziyên wan red dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst