Hewlêr (Rûdaw) - Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyeyê nerazîbûn nîşan da ku Cejna Newrozê û Cejna Ekîtoyê di lîsteya nû ya betlaneyên fermî yên Sûriyeyê de cih negirtine.
Rêxistinê ev pêngav wekî nîşaneke xeter a siyaseta dûrxistin û piştguhxistinê bi nav kir.
Sekreterê Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyeyê Rêzan Şêxmûs ji Rûdawê re axivî. Şêxmûs got ku ew ji ber biryarnameya Serokkomariya Sûriyeyê gelekî dilgiran in.
Rêzan Şêxmûs destnîşan kir ku biryarnameyê Cejna Newrozê û Cejna Ekîtoyê bi temamî piştguh xistiye.
Wî got, ev yek li dijî daxuyaniyên berê yên Serokkomar Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ye ku behsa reseniya Kurdan û pêkhateyên din dikirin.
Şêxmûs di berdewamiyê jî de got, "Ev piştguhxistin nîşaneke xeter e û nakokiya di navbera gotin û kiryaran de radixe ber çavan.
Her wiha ev berdewamiya siyaseta dûrxistinê ye li hember pêkhateyeke resen a Sûriyeyê."
Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyeyê diyar kir ku ev pêngav peyameke neyînî dide gelê Kurd.
"Kurd hatine bipaşxistin"
Li gorî wî, peyam ev e ku "dewleta nû hîn jî Kurdan wekî bindestên bêmaf dibîne û ev yek li dijî ruhê Daxuyaniya Destûrî ye."
Siyasetmedarê Kurd di berdewamiyê de amaje bi girîngiya Newrozê jî kir û got, "Cejna Newrozê ne tenê boneyeke çandî ye, belkî cejneke neteweyî û dîrokî ya gelê Kurd e.
Ew nirxên azadî, nûbûn û aştiyê temsîl dike û gelek pêkhateyên din ên Sûriyeyê jî wê wekî sembola bihar, vejîn û biratiyê pîroz dikin.
Em tekez dikin ku naskirina Cejna Newrozê wekî betlaneya fermî mafekî rewa yê gelê Kurd e.
Kurd pêkhateyeke bingehîn a gelê Sûriyeyê ne û divê mafên wan ên çandî û neteweyî bên parastin."
Sekreterê Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyeyê di dawiyê de bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir û got, "Em dixwazin ku li biryarnameya hejmar 188an bê vegerandin û Cejna Newroz û Ekîtoyê li lîsteya betlaneyên fermî bên zêdekirin.
Dûrxistina Kurdan ji sembolên wan xizmeta yekitî û aramiya welat nake."
Malpera fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê ragihandibû ku Serokkomar Ehmed Şer biryarnameyek derxistiye û tê de sêzdeh cejnên olî û niştimanî wekî betlaneyên fermî diyar kirine lê di biryarnameyê de navê Cejna Newrozê û Cejna Ekîtoyê derbas nebûbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse