Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke arkeolojiyê ya hevpar a Îraq û Almanyayê xebatên xwe yên kolandinê li şûnwarê Girê Nebî Yûnisê yê li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê didomîne û di encamê de çar gayên bibask ên ji serdema Asûriyan hatin dîtin.
Endamê tîmê Xesan Hesenî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Niha tîma hevpar a Îraq û Almanyayê li vê şûnwar ji bo derxistin û keşifkirina avahî û salonên qesrê, her wiha peykerên gayên bibask, lewheyên dîwaran û nexşan dixebite ku ji raya giştî re werin nîşandan.”
Sê ji van gayên bibask sala 1990î li şûnwar hatibûn dîtin lê ji ber rewşa ne aram ji bo parastinê hatibûn binaxkirin.
Vê dawiyê ew li gel gayekî çaremîn ku pispor wî wekî bêhempa bi nav dikin ji nû ve hatin derxistin.
Berpirsê şûnwarê Girê Nebî Yûnis Zeyd Ubeydî ji Rûdawê re da zanîn:
“Taybetmendiya vî gayê bibask di materyalê çêkirina wî de ye.
Ew ji parçeyên kevirî yên wekî kûban hatiye çêkirin ku dikarin di her demê de werin sazkirin û jihevxistin û bêyî ku zererê bibînin ji bo cihekî din werin veguhastin.
Ji aliyê pratîkî û estetîkî ve, li gorî gayên bibask ên beriya xwe, xwedî bedewiyeke bilindtir e.”
Xebatên kolandinê ji ber zererên ku di demên berê de gihîştine şûnwar, rastî hin zehmetiyan tên.
Lêkolerê şûnwaran ê Birêvebiriya Şûnwar û Kelepûra Nînowayê Raed Seûd jî anî ziman:
“Niha em ji bo ku gayê bibask bi temamî derxin holê xebatên kolandinê didomînin, ji ber ku parçeyên keviran ên ku ji ber karên xirab ên di demên berê de pêk hatine, li ser erdê hatine dîtin.”
Koşka Şahê Asûrî Esarhaddon tevahiya rûberê gir digire û berê jî nexş û berhemên şûnwarî yên ku hûrgiliyên jiyana rojane ya wê serdemê ronî dikin, tê de hatibûn dîtin.
Xebatên kolandinê yên niha herêma di bin Mizgefta Nebî Yûnis de ku li ser şûnwarê hatibû avakirin, li xwe digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse