Li Agiriyê 7 otomobîl li hev qelibîn: 19 kes birîndar bûn

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan Agirî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 7 otomobîl li hev qelibîn, 19 kes birîndar bûn.

Bûyer, îro li ser rêya Agirî-Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî gundê Şorbulakê çêbû.

Di bûyerê de 3 mîdîbûsên Şaredariya Giyadînê, barhilgirek, du otomobîl û wesayîteke rêveberiya trafîkê li hev qelibîn.

Di encama lihevketina 7 wesayîtan de 19 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê hatin şandin.

Her 19 birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, bûyer ji ber mij û moranê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst