Li Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin

Duh li 10:42
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Xwenîşandan Îran Greva Giştî Kuûtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja dehemîn de didomin.

Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo roja pêncşemê banga greva giştî kir.

Armanca biryarê piştgiriya xwenîşandanên ku li Tehranê dest pê kirine û şermezarkirina kuştina welatiyan a li parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Loristanê ye.

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de diyar kir ku xwenîşandanên ku li Îranê didomin têkoşîna "maf, azadî, vegerandina rûmeta mirovahiyê û bidawîanîna cudakariyê" ne.

Di daxuyaniyê de midaxeleya tund a li hemberî daxwazên gel hat şermezarkirin.

Her wiha bang li xelkê hat kirin ku roja 8ê Kanûna Paşîna 2026an li seranserê Rojhilatê Kurdistanê deriyên dikanan venekin û greva giştî bikin.

Xwenîşandan li 26 bajaran belav bûn

Çalakiyên ku êvara 28ê Kanûna Pêşîna 2025an li Tehranê dest pê kiribûn, di roja dehemîn de gihîştin 26 parêzgehên Îranê û hema bêje hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê.

Di daxuyaniya partiyên Kurdî de ev tişt hatin gotin:

"Armanca van xwenîşandanan bidawîanîna polîtîkayên înkar, piştguhkirin, komkujî, teror û cudakariya çandî ye ku bi dehan sal in didomin.

Em ji bo nîşandana hevgirtina xwe ya bi berxwedana rûmetê ya xwişk û birayên xwe yên li Kirmaşan, Îlam û Loristanê re roja pêncşemê diçin greva giştî."

Li bajarên Kurdan 12 kes hatin kuştin

Çavkaniyên ne fermî didin zanîn ku ji destpêka xwenîşandanan ve li seranserê welêt nêzîkî 30 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî hatine desteserkirin.

Hikûmeta Îranê heta niha ragihand ku 10 kes di xwenîşandanan de hatine kuştin.

Hat ragihandin ku bîlançoya li herêmên Kurdan giran e.

Li gorî amarên çalakvanên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl; li parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Loristanê bi guleyên hêzên ewlehiyê herî kêm 12 welatiyan canê xwe ji dest da, bi dehan kes birîndar bûn û gelek çalakvan jî hatin girtin.

Pêvajo çawa dest pê kir?

Pêla xwenîşandanan li Îranê ji ber krîza aborî û daxwazên azadiya siyasî 28ê Kanûna Pêşîna 2025an li Tehranê dest pê kir.

Lê belê di demeke kurt de xwenîşandanan karektereke li dijî pergalê wergirt û li gelek deverên welêt belav bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst