Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bi tundî şermezar kir.
MSDyê ragihand ku komên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berpirsiyarên van êrişan in.
MSDyê derbarê topbarana li ser taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama topbarana komên ser bi Hikûmeta Demkî de welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev tax di bin dorpêçeke giran de ne û deverên sivîlan rasterast tên hedefgirtin.
"Hikûmeta Demkî berpirsiyar e"
MSDyê diyar kir ku ev bûyer ne tenê bûyereke ewlehiyê ye, lê hewldanek e ku aştiya navxwe dike hedef û îdiayên pabendbûna bi çareseriyên siyasî pûç dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Hikûmeta Demkî ji ber van binpêkirinan bi temamî berpirsiyar dibînin, çi bi kiryarên xwe be, çi jî bi nekarîna kontrolkirina komên xwe be."
Gumanên li ser demjimêra êrişan
MSDyê bal kişand ser demjimêra êrişan û ragihand ku ev yek di demekê de pêk tê ku li derveyî Sûriyeyê hevdîtinên dîplomatîk li ser mijarên serwerî û ewlehiyê tên kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev yek gumanan li ser têkiliya nîqaşên li pişt deriyên girtî û rastiya ku bi zorê li qadê tê ferzkirin çêdike."
"Sivîl wekî karta zextê tên bikaranîn"
MSDyê hişyarî da ku bikaranîna sivîlan wekî karta zextê di demên hestiyar ên siyasî de nayê qebûlkirin û wiha hat gotin:
"Berdewamiya vê nêzîkatiyê dê parçebûnê kûrtir bike, pêvajoya dan û standinan qels bike û pêvajoya siyasî ji naveroka wê vala derxîne.
Em bi ti awayî qebûl nakin ku lihevkirinên siyasî li ser hesabê ewlehiya sivîlan bên kirin."
Banga agirbestê
Di dawiya daxuyaniyê de MSDyê tekez kir ku bijardeya wan a serekî diyalog û aştî ye.
MSDyê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir, "Lê belê aştiya rastî di bin topbaran û dorpêçê de nayê avakirin.
Divê demildest agirbest were ragihandin, sivîl bên parastin û pabendbûneke zelal bi çareseriya siyasî ya berfireh hebe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse