HSD: Komên çekdar êrişî Dêr Hafirê dikin

Duh li 02:18
RÛDAW
Nîşan Der Hafir Bendava Tişrînê Koma Emşatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên "Emşat" li herêma Dêr Hafirê ya ku tije sivîl e, bi topên hawanê, çekên giran û dronên xwekuj dikin hedef.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, ji ber van êrişan zerer gihîştiye torên elektrîkê yên herêmê.

Hat diyarkirin ku di heman demê de, wan komên çekdar li derdora Bendava Tişrînê "Girê Seryatêlê" jî bi topên hawanê û çekên giran bombebaran kiriye.

HSDyê ev êriş wekî "aloziyeke plankirî" pênase kirin û teqez kir ku ji bo parastina gelê xwe û parastina ewlehî û aramiya herêmê, mafê wan ê bersivdayîna rewa heye.

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî doh êvarî îdia kiribû ku HSDyê êrişî bendeke wan a kontrolê kiriye.

HSDyê jî ragihandibû ku bûyera Dêr Hafirê ne êriş e, qezaya trafîkê ye.

HSDyê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî a Sûriyeyê derewand û ragihand ku bûyera li Dêr Hafirê tenê qezayeke trafîkê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst