HEWLÊR - Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê civiyan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Jean-Noel Barrot Fransa Rojavayê Kurdistanê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtinên xwe yên li Şam û Bexdayê gihîşt Hewlêrê û destpêkê bi Nêçîrvan Barzanî re û paşê bi Mezlûm Ebdî re rûnişt.

Jean-Noel Barrot li Hewlêrê pêşî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Her du aliyan piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar xist.

Nêçîrvan Barzanî di konferansê de rola Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji bo pêkanîna agirbestê û parastina mafên Kurdan bilind nirxand.

Barrot jî ji bo hewlên navbeynkariyê yên di navbera Şam û HSDyê de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Fransayê gelekî girîng e.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê piştî vê civînê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Di vê hevdîtina girîng de Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn jî amade bûn.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li ser hûrgiliyên bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn dan û standin kirine.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Hûrgiliyên bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn, berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞê û rêyên parastina girtîgehên malbat û çekdarên girtî yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Parastina taybetmendiya herêmên Kurdî û parastina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê hatin nirxandin.

Her du aliyan li ser tevlîkirina hêzên leşkerî û ewlehiyê bi hemû hûrgiliyan, di nav de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dan û standin kirin.

Wezîrê Fransiz tekezî li ser girîngiya bicihanîna tam a peymanê kir û piştgiriya welatê xwe ya ji bo vê qonaxê nîşan da.”

Jean-Noel Barrot tekez kir ku Fransa piştgiriya vê qonaxa nû dike û ji bo bicihanîna tam a peymanê pêbend e.

Tê çaverêkirin ku Jean-Noel Barrot îro bi Serok Mesûd Barzanî re jî bicive û nameyeke dîrokî ya General Mistefa Barzanî ya ji bo Charles de Gaulle bi bîr bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst