Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê nû yê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack gihişt Enqereyê da ku dest bi karê xwe bike.
Tom Barrackê ku desthilata Donald Trump ew wekî Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê destnîşan kiribû, şeva borî gihişt Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê.
Tom Barrack piştî gihişt Enqereyê got:
“Ez bi peyameke pir sade ya Serok Trump hatime ku ew jî ev e, ew dixwaze tifaqa di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bigihîne asta pêwîst.
Pêwendiyeke me ya pir baş her tim hebûye lê divê pêwendiyeke me ya nuwaze hebe.
Armanca Serok bihêzkirina vê pêwendiyê ye bi rêya gel, bi rêya serokatiya mezin a her du aliyan û her du neteweyan, ji bo ku em aştiyeke baş û xweşguzeraniyeke baş peyda bikin ku Tirkiye û Amerîkayê mezintir bike û cîhanê jî baştir bike.”
Tom Barrack kî ye?
Tom Barrack 77 salî ye û li eyaleta Californiayê ya Amerîkayê ji dayik bûye û mezin bûye.
Wî xwendina xwe ya lîsansê li Zanîngeha Başûrê Californiayê û xwendina xwe ya hiqûqê jî li Zanîngeha San Diegoyê qedandiye.
Barrack, neviyê malbateke koçberên Xirîstiyan ên Libnanî ye ku sala 1900î ji bajarê Zeleyê yê Libnanê koçî Amerîkayê kiriye.
Bavê wî xwediyê marketeke biçûk û dêya wî sekreter bû.
Di salên xwendekariyê de werzîşa rugbyê kir û wekî parêzer li Erebistana Siûdî xebitî.
Salên 1980yî di birêvebiriya Ronald Reagan de wekî alîkarê misteşarê Wezareta Karên Navxwe kar kir, bi Serokê 40emîn ê Amerîkayê Ronald Reagan re li herêma Rancho del Cielo ya Californiayê cîrantî kir.
Ew 30ê Nîsana 2025an li Senatoya Amerîkayê li hemberî 36 dengên “na” bi 60 dengên “erê” wekî Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê hat hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse